Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ragihand ku ji bo bipêşvebirina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk gavên siyasî û qanûnî pêwîst in.
Duran Kalkan her wiha got ku bêyî guhertina nêzîkatiya dewletê pêvajo nikare bi awayekî qewîn biçe pêş.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan di bernameya Medya Haberê de li ser pêvajo, Tirkiye, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê axivî.
Kalkan bi taybetî li ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk yasaya çarçoveyê û şertên bipêşvebirina pêvajoyê rawestiya.
Li gorî wî, di 40 rojên piştî derketina yasayê de gavên berbiçav nehatine avêtin.
“Yasa hema hema ji bo ku neyê bikaranîn hatiye derxistin”
Kalkan got ku Yasaya Çarçoveyê di destpêkê de hêviya civakê zêde kir lê piştî derbasbûna demeke girîng hîn jî li ser pêkanîna wê gavên têkûz nehatine avêtin.
Wî got ku Lijneya Şopandin û Nirxandinê civînek pêk aniye û biryar daye ku çar komîsyon werin avakirin lê li ser pêkhate û xebata wan agahiyeke berfireh nehatiye dayîn.
Li gorî Kalkan hin kêmasiyên yasayê dikarin di dema pêkanînê de werin temamkirin lê ji aliyê dewletê ve gavên pêwîst nehatine avêtin.
Kalkan her wiha got ku yasa ji ber ku PKK û hin kadroyên wê ne di nav şertên wê de têne hesibandin, di xwe de astengan dihewîne û bi tenê girêdana pêvajoyê ango bi mijara “bêçekirinê” dikare pêvajoyê bixitimîne.
“Tirkiye divê nêzîkatiya xwe biguherîne”
Di axaftina xwe de Kalkan got ku Tirkiye nikare bi yasa û nêzîkatiyên kevn bi pêş ve biçe û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan divê nêzîkatiya dewletê were guhertin.
Li gorî wî heke Tirkiye bixwaze pêvajoya niştecihbûn û entegrasyona siyasî bi rê ve bibe, divê şertên yasayî, siyasî û demokratîk werin amadekirin û Kurdan bi nasname, ziman û çanda xwe di nav pergala siyasî de cihê xwe bibînin.
Kalkan di vê çarçoveyê de got ku “dermanê yekane” yê Tirkiyeyê demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan e.
“Pêvajoyê tenê bi bêçekirinê ve girê bidin dê bixitime”
Kalkan got ku divê pêvajoya ku bi navê Aştiyê û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin tenê bi mijara çekan neyê sînorkirin.
Li gorî wî, PKKyê diyar kiriye ku stratejiya xwe guhertiye û li şûna stratejiya têkoşîna bi çekê, stratejiya siyaseta demokratîk bi pêş dixe.
Wî diyar kir ku nêzîkî salek û nîv e li Tirkiyeyê pevçûnên mezin çênebûne û wan hêzên xwe ji qada şer vekişandine.
Kalkan pêvajoyê bi yasayeke nû, nêzîkatiyên nû û vekirina rêya siyaseta demokratîk re girêda û got ku ji bo bi pêş ketina wê şertên yasayî û siyasî pêwîst in.
"Kuştina Sîpan Hiznî provokasyon e"
Duran Kalkan di beşa Rojavayê Kurdistanê de jî li ser kuştina şervanê Kurd Sîpan Hiznî û şandina hêzên leşkerî ji Helebê ber bi Kobaniyê ve axivî.
Wî got ku kuştina Hiznî û bûyerên li pey wê, di nav wan de şandina leşkeran ber bi Kobaniyê ve jî heye wekî “provokasyoneke pir metirsîdar” pênase kir.
Kalkan got ku reaksiyona gelê Kobaniyê ya li dijî kuştinê bertekeke demokratîk û xwezayî bû.
Wî her wiha destnîşan kir ku rêça çareserkirina pirsgirêkên li Rojavayê Kurdistanê divê li ser bingeha pejirandina îradeya herêmî û ya Kurdan be û got ku nêzîkatiyên ku îradeya herêmî red dikin bi demokratiyê re li hev nayên.
“Perwerdeya bi Kurdî mafekî herî rewa ye”
Kalkan li ser mijara ziman û perwerdeya Kurdî jî rawestiya û got ku qedexekirina perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûye sedema aloziyan.
Duran Kalkan diyar kir ku salên borî pergaleke perwerdeyê ya bi Kurdî hatiye avakirin û mamoste hatine perwerdekirin.
Wî redkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî nîşana nepejirandina îradeya civakî û zimanî ya Kurdan nirxand û got ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê daxwazekî rewa û demokratîk e.
Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Di beşa dawiyê ya axaftinê de Kalkan li ser Îran, Rojhilatê Kurdistanê û encamên şerê li herêmê jî axivî.
Wî got ku statûkoya kevneperest a Îranê nikare bi heman awayî berdewam bike û çareseriya dawî divê di rêya demokratîk û azadiya civakî de were dîtin.
Kalkan her wiha got ku berdewamkirina şertên kevn ji bo Tirkiyeyê jî encamên girîng dikare çêbike û dîsa dubare kir ku li gorî wî, demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser bingeha azadiya Kurdan yek ji bingehên sereke yên çareserkirina pirsgirêkan e.



