Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya Wanê şêniyên bi navê Vahap Semo û Erkan Sevînç çiyayan derbas dikin da ku bigihîjin zêrê veşartî yê di dilê daran de.
Hingivê ku ji aliyê mêşhingivên ji kewarên xwe reviyayî ve di kunên daran da hatiye çêkirin, kom dikin û difiroşin.
Semo û Sevînç piştî rêwîtiyeke dijwar a ku çend kîlometreyan dikişîne, digihîjin quntara Çiyayê Arnosê ku bilindahiya wê 3 hezar û 547 metre ye.
Rêwîtiya ber bi Çiyayê Arnosê ve
Li navçeya Şaxê ku bi saya siruşta xwe ya xweş û gul û giyayên xwe yên dewlemend mêşvanî lê berbelav e, mêşhingivên ku ji kewarên xwe reviyane di kunên daran da hingiv çêdikin.
Her du mêşvan piştî lêgerînê yek ji hêlînên mêşhingivan li quntara Çiyayê Arnosê tesbît kiriye û bi derbaskirina zinar û çeman çûne wê derê.
Mêşvanan pêşî bi dûyê mêşhingiv dûr dixin û paşê jî bi baldarî hingiv ji qulika darê derdixin.
Ev hingivê siruştî li herêmeke xwezayî tê hilberandin û ji bo mişteriyên li her derê tê şandin.
"Zêrê Veşartî" di dilê daran de ye
Vahap Semoyê ku bi salan e mêşvaniyê dike got ku di demsala biharê de hinek mêşhingiv ji kewarên xwe direvin û tevlî siruştê dibin.
Semo bal kişand ser wê yekê ku mêşhingiv hêlînên xwe çêdikin û hingiv di kunên daran û şikeftên biçûk ên zinaran de hildiberînin û wiha berdewan kir:
"Me bi kîlometreyan rê derbas kir. Piştî hewldaneke dirêj û dijwar me karî tenê ji kuna darekê hingiv derxînin.
Ev ne berhemeke wisa ye ku mirov li her derê peyda bike. Carinan em ji kunekê tenê 3 heta 5 kîloyî berhev dikin û herî zêde jî digihîje derdora 10 kîloyî.
Mêşhingiv hêlînên xwe di nava van kunan da çêdikin, jiyana wan li wir dest pê dike û hingivê xwe jî li wir hildiberînin."
Ji bo jiyana mêşhingivan tedbîr tên girtin
"Piştî berhevkirina hingiv em tedbîran digirin da ku mêşhingivan biparêzin û ew bikaribin zivistanê derbas bikin.
Em hemû hingiv hilnadin, em têra wan dihêlin ku ew jî karibin pê bijîn. Eger me ev yek nekira wê mêşhingiv hişk bibûna.
Li cihê ku mêşhingiv hebin, jiyan jî heye."
Erkan Sevînç jî wiha got, "Em ji devereke dijwar derbas bûn. Em ji çem û newalan derbas bûn û ji bo gihîştina vê derê em rastî zehmetiyên mezin hatin.
Me karî tenê çend kîlo hingiv berhev bikin. Hêjayî wê rêwîtiyê bû. Hingivekî pir baş e. Em her sal bi vî awayî ji siruştê hingiv berhev dikin, ji bo tenduristiyê gelekî bi feyde ye."


.jpg&w=3840&q=75)