Hewlêr (Rûdaw) - Çarenivîsa hejmarek koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê ku bi mebesta çûna Ewropayê berê xwe dabû Libyayê, di navbera Komeleya Penaberên Vegeriyayî û çalakvanekî mafên koçberan de bûye cihê nîqaş û nakokiyan.
Aliyek dibêje ew koçber sax in û li Libyayê di zindanê de ne, aliyê din jî destnîşan dike ku belgeyên xeniqîna wan a li ser deryayê li ber dest in.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên ji Ewropayê Bekir Elî, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû ku Senger Ebdulrehman pêşkêş dikir.
Bekir Elî da zanîn ku dosyeya windabûna van koçberan ne yek e, belkî ew sê komên cuda ne.
Li gorî gotina wî, têkiliya 10 kesan ji wan adara îsal û 14 kesên din jî tebaxa borî qut bûye.
Komeleya Penaberan: Ew di zindana Tacûrayê de ne
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî got:
"Li gorî wan belgeyên ku bi rêya lîsteyeke belavbûyî ji nav zindanên Libyayê bi destê malbatên wan ketine, ew koçber li devera Ruxbeyê di zindana Tacûrayê de ji aliyê Fewca 51ê ya Lîwaya 115an ve hatine girtin û sax in."
Bekir Elî rexne li belavkirina nûçeyên derbarê xeniqîna wan girt û pê de çû:
"Rewşa derûnî ya 21 malbatan li devera Raperînê xera bûye. Divê gotegotên bêbingeh neyên belavkirin.
Ji ber van nûçeyan, dayîka xortekî ji wan ku li ser sînga wî tatû heye felc bûye û niha li Nexweşxaneya Ranyeyê tê dermankirin."
Renj Pişderî: Belgeyên min ên bi wêne hene ku xeniqîne
Li hemberî van daxuyaniyan, çalakvanê koçberan ê li Ewropayê Renc Pişderî di heman bultenê de gotinên Beker Elî red kirin.
Renc Pişderî got, "Belgeyên min ên temam hene ku 18 koçber di Deryaya Spî de xeniqîne û ji wan 10 heta 11 kes Kurd in."
Renc Pişderî diyar kir ku 14ê Tebaxê balafireke çavdêriyê li ser deryayê termên wan dîtiye û keştiyeke rizgarkirinê agahdar kiriye:
"Lê ji ber ku term gelekî di ava şor û germ de mabûn bi temamî şêwî bûn û nehatin rakirin, lewma tenê wêneyên wan hatine girtin."
Wî çalakvanî destnîşan kir ku yek ji belgeyên herî berbiçav, wêneyê termê xortekî ye ku li ser sînga wî bi zimanê Kurdî tatûya 'Daye Giyan' hatiye çêkirin:
"Eger ew di zindanên Libyayê de bûna dê bi fermî navên wan bihatan tomarkirin lê ti tomarkirina bi vî rengî nîne."
Renc Pişderî îdiayên derbarê berjewendiyên madî de jî red kirin û anî zimên:
"Ez wekî çalakvanekî serbixwe bi xerciya berîka xwe van şopandinan dikim û min bi ti awayî ji bo pereyan kar nekiriye."
.webp&w=3840&q=75)

