Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê li ser zêdebûna bûyerên tundiyê yên li dibistanan û ewlehiya xwendekaran daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyanî bi sernavê "Divê ji bo bidawîkirina tundiya li dibistanan bilez gavên berbiçav bên avêtin!" hat weşandin.
Egîtîm Senê di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa bi çekê ya li navçeya Turgutluyê ya parêzgeha Manîsayê.
Li wir li ber dibistanekê xwendekar hatibûn hedefgirtin û di encamê de 11 xwendekar birîndar bûbûn.
Egîtîm Senê destnîşan kir ku ev tundiya li dibistanan nikare wekî "pirsgirêkeke ji rêzê ya ewlehiyê" were dîtin.
Rayedarên Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê li ser kêmasiyên ewlehiyê yên li dibistanan ji Rûdawê re axivîn.
Wan diyar kir ku ev bûyer encama krîza kûr a pergala perwerdeyê, belavbûna tundiya civakî û xemsariya li hemberî canê xwendekaran e.
"Divê Wezareta Perwerdeyê dev ji ferzkirinên formalîte berde"
Di daxuyaniyê de rexneyên tund li Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê wezaret hemû enerjiya xwe ji bo ferzkirinên rûpêyî yên wekî "pêşgirê", kincên mamosteyan an rêzikên fermî xerc neke.
Her wiha hat gotin ku kedkarên perwerdeyê û xwendekar her roj rûbirûyî metirsiya tundiyê ne, loma nabe daxwaza "dibistana ewle, paşeroja ewle" were paşguhkirin.
Pêşniyar û daxwazên Egîtîm Senê
Şaxê Egîtîm Senê ya Wanê pêşniyar û daxwazên xwe wiha rêz kirin:
- Nêzîkatiyên ku dibistanan vediguherînin qadên zêde ewlehiyî û xwendekaran wekî "gumanbarên sûc" dibînin çareseriyê peyda nakin; divê dev ji van nêzîkatiyan were berdan.
- Divê xizmetên Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê û pisporên xizmeta civakî bikevin navenda pergala perwerdeyê.
- Divê wezîfedarkirin ne li gorî hesabên ji rêzê yên kotayan, lê li gorî mercên civakî - aborî yên derdora dibistanê û pêdiviyên xwendekaran bên kirin.
- Divê qerebalixiya polan a ku yek ji pirsgirêkên bingehîn e were kêmkirin da ku jîngeheke saxlem û ewle çêbibe.
- Divê mufredat ji mantiqa azmûnparêz û pêşbirkê were derxistin; bi têkoşîna li dijî zordariya hevalan û kontrolkirina hêrsê re, bi çand, huner û werzişê bê xurtkirin.
- Divê ewlehiya dibistanan bi rêbazên polîsî neyê meşandin; li şûna wê mamosteyên rêber, şêwirmendên psîkolojîk û pisporên civakî bên tayînkirin.
Banga bilez a li Wezareta Perwerdeyê
Egîtîm Senê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kir û got:
"Divê hemû gav bên avêtin da ku canê xwendekar û kedkarên perwerdeyê bê parastin û jîngeheke demokratîk li dibistanan ava bibe.
Ji bo pêşîlêgirtina li êrişên nû divê tedbîr bêyî derengmayînê bên standin."

.webp&w=3840&q=75)
