Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ji Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku piştgiriya darayî ya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ya ji bo Hêzên Pêşmergeyan îro bi dawî bûye.
Çavkaniyê diyar kir ku dan û standinên ji bo peymaneke nû ya berfirehtir di rojevê de ne.
Rayedarekî Wezareta Pêşmergeyan ji Rûdaw re got ku piştgiriya darayî ya ku di çarçoveya peymana ku bi Koalîsyonê re hatiye îmzekirin de ji Hêzên Pêşmergeyan re hatiye dayîn bi dawî bûye.
Çavkaniyê diyar kir ku peymana çar salî ku serdema ji 21ê Îlona 2022yan heta 21ê Îlona 2026an vedihewîne, bi dawî bûye û di encamê de alîkariya darayî ya ku ji hêla hevpeymaniyê ve hatiye dayîn jî hatiye bidawîkirin.
Wezareta Pêşmergeyan doh ragihand ku piştgiriya darayî ya hevpeymaniyê ji bo Tebax û Îlona 2026an dê 24ê Îlona 2026an de were belavkirin.
Çavkaniya wezaretê ji Rûdaw re got ku ev pere dê piştgiriya darayî ya dawîn be ku di çarçoveya peymana heyî de were dayîn.
"Îhtîmalek heye ku peymaneke berfirehtir çêbibe"
Çavkaniyê ku diyar kir ku Wezareta Pêşmergeyan naxwaze piştgiriya hevpeymaniyê bi tevahî biqede û hêviya xwe ji bo peymaneke nû anî ziman.
Çavkaniyê got, "Ev piştgiriya darayî diqede lê îhtîmalek heye ku di demeke nêzîk de peymaneke xurttir û berfirehtir çêbibe.
Em hêvî dikin ku ji bilî Amerîkayê welatên wekî Almanya, Brîtanya, Îtalya û Fransa dê piştgirî û alîkariya xwe ya navneteweyî ji bo hêza yekgirtî ya Pêşmergeyan a Kurdistanê di pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bidomînin."
Yek ji armancên sereke yên piştgiriya hevpeymaniyê ji bo Pêşmergeyan ew e ku beşdarî yekkirina hêzên Pêşmergeyan bibe.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku yekkirina hemû hêzên Pêşmergeyan 21ê Îlona 2026an bi fermî qediya.
"Piştgirî li ser bingeha peymaneke çar salî bû"
Wezîr Şoreş Îsmaîl di hevpeyvînekê de bi Rûdaw re diyar kir ku piştgiriya darayî ya hevpeymaniyê li ser bingeha peymaneke çar salî ye.
Îsmaîl destnîşan kir ku li gorî peymanê, alîkariya darayî ya ku ji hêzên Pêşmergeyan re tê veqetandin her sal ji sedî 25 kêm dibe û got:
"Eger di sala yekem de ji sedî 100 bûya, di sala duyemîn de ji sedî 25 û di sala sêyemîn de ji sedî 50 kêm bû.
Her sal ji sedî 25 kêm bû. Di sala 2026an de ji sedî 25 zêdetir nabe."



