Hewlêr (Rûdaw) - Li gel destpêkirina sala nû ya perwerdeyê li Rojhilatê Kurdistanê, şêniyên gundê Qelîçanê yê navçeya Ciwanroyê ya parêzgeha Kirmaşanê ji ber ku zarokên wan di nav konteynerên kevn de dixwînin dilgiran in û dixwazin avahiyeke guncaw ji bo dibistanê were çêkirin.
Welatiyekî ji gundê Qelîçanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Dibistana gundê me konteyner e û bi temamî kevn û xirabe ye.
Devera me herêmeke çiyayî ye û serma zû dest pê dike lê belê di dibistanê de sîstema germkirinê nîne û metirsiya nexweşketinê ya li ser zarokên me berdewam dike.”
Wî welatiyî her wiha anî zimên ku wan çend caran ji bo nûjenkirin an jî çêkirina dibistaneke guncav serî li aliyên pêwendîdar ên navçeyê daye lê heta niha ti bersiv wernegirtine û anî ziman:
“Demsala xwendinê dest pê kir û em nizanin di vê sir û sermayê de zarokên xwe çawa bişînin cihekî ku ti mercên tenduristiyê lê nînin.”
Gundê Qelîçanê nêzîkî 1,7 kîlometreyan ji bajarê Ciwanroyê dûr e û hejmara şêniyên wî zêdetirî 500 kesî ye.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê 23yê Îlonê dest pê kir.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, îsal derdora 16 milyon û 700 hezar xwendekarî dest bi xwendinê kiriye ku zêdetirî milyon û 830 hezar ji wan li her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne (Sine, Urmiye, Kirmaşan, Îlam û Loristan).


