Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Gimgimê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi modela xwe ya "Budceya Beşdar" di Xelata Çavdêrxaneya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) de ji nav 188 şaredariyên cîhanê ma fînalê û di dengdana giştî de bû duyem.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku serlêdana Şaredariya Gimgimê ya di warê beşdariya welatiyan de serkeftineke navneteweyî bi dest xistiye.
Di pêşbirkê de ji seranserî cîhanê 188 şaredariyan serî lê dabû û piştî qonaxa nirxandinê 40 şaredarî man fînalê.
Xebata Budceya Beşdar a Şaredariya Gimgimê di dengdana vekirî ya gel de piştgiriya herî zêde wergirt û di rêza duyem de cih girt.
Birêvebiriya Çavdêrxaneya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) da zanîn ku dengdana giştî dê ji aliyê komîteya dadweran ve li ber çavan bê girtin.
Xelkê taxan projeyên xwe bi xwe diyar kirin
Li gorî agahiyên wê saziyê, Şaredariya Gimgimê li tevahiya her 7 taxên navçeyê xebat meşandine da ku xelk pêdivî û daxwazên xwe yên sereke rasterast diyar bike.
Di vê çarçoveyê de li taxan 21 pêşniyarên projeyan hatin amadekirin û welatiyan rasterast dengê xwe da wan.
Di encama vê tecrubeyê de, ji sedî 25ê tevahiya budceya veberhênanê ya Şaredariya Gimgimê ji bo wan projeyên ku ji aliyê xelkê ve hatibûn destnîşankirin hat veqetandin.
Tecrubeya Gimgimê li Polonyayê hat parvekirin
Hevserokên Şaredariya Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr di navbera 21 û 23yê Îlonê de li bajarê Krakowê yê Polonyayê beşdarî Konferansa 25emîn a Çavdêrxaneya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) bûn.
Hevserokan tecrubeya Gimgimê bi birêvebir û pisporên navneteweyî re parve kir.
Hevseroka Şaredariyê Gulbahar Kaya di panela bi navê "Pêkanîna Budceya Beşdar" de wekî axêver cih girt.
Di dawiya konferansê de belgeya fermî ya fînalîstiyê ji aliyê Alîkara Serokê OIDPyê Carola Gunnarssonê ve pêşkêşî Hevserokên Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr hat kirin.
Di heman konferansê de Şaredariya Rezanê ya Amedê jî beşdar bû û tecrubeya xwe ya birêvebiriya beşdar bi nûnerên şaredariyên cîhanê re parve kir.
🌍 VARTO’DAN DÜNYAYA: KATILIMCI BÜTÇE VARTO MODELİ
— Varto Belediyesi (@Varto_Belediye) September 23, 2026
Varto Belediyesi olarak hayata geçirdiğimiz Katılımcı Bütçe & Katılımcı Demokrasi – Varto Modeli ile uluslararası alanda önemli bir başarıya imza attık. pic.twitter.com/QL3oe751ji



