Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê bi hinceta ku li dijî biryara teqez a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ya di doza kuştina Narîn Guranê de agahiyên şaş belav kirine, biryara astengkirinê ji bo 99 hesabên torên civakî da.
Li gundê Çuliyê yê navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di ser kuştina keça 8 salî Narîn Guranê re 2 sal derbas bûn.
Narîn Guran 21ê Tebaxa 2024an winda bûbû û cenazeyê wê piştî lêgerîneke berfireh 19ê Îlona heman salê li qeraxê çemê li gund di bin keviran de hatibû dîtin.
Dadgeriya Cezayan a Amedê lêkolîn li ser wan hesaban kir ku li ser vê dosyeyê parvekirin dikirin.
Dadgeriyê destnîşan kir ku tevî temambûn û teqezbûna biryara dadgehê, 99 hesabên cuda li ser torên civakî agahiyên şaş û manîpulatîf belav dikin.
Li ser vê yekê dadgehê biryara astengkirina gihîştina van hesaban da.
Di doza sereke ya kuştina Narînê de ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi dawî bûbû, dadgehê dayîka Narînê Yuksel Guran, apê wê Salîm Guran û birayê wê yê mezin Enes Guran bi tohmeta "hevkariya kuştina biqestî ya zarokekê" bi cezayê giran ê heta hetayê ceza kiribû.
Cezayê Nevzat Bahtiyar zêde bû
Cîranê malbatê Nevzat Bahtiyar ku cenazeyê Narînê xistibû çenteyekî û biribû çem, destpêkê bi tohmeta "veşartin û jinavbirina delîlên tawanê" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara li ser Bahtiyar hilweşand û xwest ku ew bi tohmeta "alîkariya kuştina biqestî" bê darizandin.
Di darizandina nû de 17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hat birîn û cezayên heta hetayî yên endamên malbata Guran jî ji aliyê dadgeha bilind ve bi awayekî teqez hatin erêkirin.



