Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi helkefta salvegera 9an a Referanduma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyên cuda belav kirin.
Her du partiyan piştgiriya xwe ya ji bo encamên referandumê ducare kir û destnîşan kir ku referandum îradeyeke dîrokî, rewa û demokratîk a gelê Kurdistanê ye.
PWK: Encamên referandumê îradeya meşrû ya gel e
Buroya Ragihandinê ya PWKyê bi bîr xist ku 25ê Îlona 2017an li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê û li herêmên Madeya 140î referandm bi awayekî demokratîk pêk hat.
PWKyê da zanîn ku tevî hemû gef, zext û planên derve û navxweyî jî gel bi rêjeya ji sedî 72yê çû ser sindoqan û ji sedî 92,73yê dengdêran ji bo serxwebûnê got "Erê".
PWKyê parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wekî erkê hemû Kurdan bi nav kir û bangî dewletên herêmê û yên cîhanê kir ku rêzê li serweriya Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê bigirin.
Partiyê her wiha ji hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwest ku di zûtirîn dem de hikûmeta xwe ya hevbeş ava bikin û dezgehên neteweyî bikin yek.
PSK: 25ê Îlonê hêviya paşerojeke azad e
PSKyê jî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku 25ê Îlona 2017an gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rêyên aştiyane û demokratîk îradeya xwe ya ji bo serxwebûnê nîşan da.
Li gorî daxuyaniya partiyê, ev roj ji bo gelê Kurd bûye sembola hêvî, azadî û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe.
PSKyê destnîşan kir ku 9 sal piştî referandumê ew hêvî hîn jî zindî ye û mafê çarenivîsê mafekî rewa û bingehîn ê gelê Kurd e.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê her wiha bal kişand ser girîngiya yekîtiya navxweyî û tekez kir ku divê cudahiyên siyasî bi rêya diyalogê bên çareserkirin û destkeftiyên neteweyî bi hevkariya hemû aliyan bên parastin.

.jpg&w=3840&q=75)

