Hewlêr (Rûdaw) - Nîqaşên li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê ji qada leşkerî derbasî qada mafên siyasî dibin.
Li gorî lêkolîna dawî ya Navenda Lêkolînên Meydanî (SAMER), tevlibûna Kurdan a di nav pergala dewleta Sûriyeyê de êdî ne tenê bi statûya çekdarî ya HSDyê lê bi sernavên wekî mafên destûrî, ewlehî û nûneratiya siyasî tê nirxandin.
Lêkolîn nîşan dide ku di nav civakê de tevî hêviya asayîbûnê, fikar û gumanên mezin ên li ser misogeriya mafan hîn jî didomin.
Di lêkolînê de 175 parvekirinên medyaya civakî bi rêbaza analîza naverokê hatin lêkolînkirin.
Ev parvekirin ne tenê li gorî naveroka xwe lê di heman demê de li gorî wateyên xwe yên siyasî û hestên ku di nav xwe de dihewînin jî hatine nirxandin.
Li gorî lêkolînê, nîqaşên ku di destpêkê de di hinek waran de erênî dimeşiyan, piştî kuştina Samî Şêxmus Heso ku wekî Sîpan Hiznî tê naskirin rastî şikestineke mezin hatin.
Piştî vê bûyerê, di daxuyaniyên li ser entegrasyonê de mijarên wekî fikar û ewlehiyê zêdetir derketin pêş.
Di navbera hevkarî û dijberiyê de: Sê nêzikatî
Li gorî daneyên SAMERê derbarê entegrasyonê sê nêzîkatî derdikevin pêş:
• Erênî: Bidawîbûna şer, asayîbûna siyasî û beşdariya Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de.
• Bişert: Di warên ziman, çand, temsiliyeta siyasî û ewlehiyê de dayîna mîsogeriyên destûrê.
• Rexneyî: Jidestçûna destkeftiyan, bihêzbûna navendîbûnê û rîska asîmîlasyonê.
Lêkolîn destnîşan dike ku di navbera van nêzîkatiyan de sînorên qethî nînin, hêviya dawîbûna şer û tirsa windakirina mafan bi hev re dimeşin.
Ji ber vê yekê ev rewş wekî “hêviya bişert” tê binavkirin.
Navenda nîqaşê guherî
Di destpêkê de nîqaş li ser nemana HSDyê û entegrasyona leşkerî bûn lê di nîvê yekem ê Îlonê de rojev guherî û pirsên wekî perwerdeya Kurdî, mafên siyasî û ewlehiyê ketin rojevê.
Pirs jî ji "Gelo dê entegrasyon çêbibe?" veguherî pirsa "Ev entegrasyon dê pergaleke çawa ava bike?"
Perwerdeya Kurdî: Ezmûna civakî ya yekem
Perwerdeya bi zimanê Kurdî bû nîşaneya herî mezin a "bê ka dê entegrasyon di jiyana rojane de çawa bersivê bibîne."
Ji bo bikarhêneran ne tenê naskirina fermî ya zimên lê bikaranîna wî ya di dibistanan de girîng e.
Kurdî wekî nasname, bîra çandî û berdawamiya nifşan tê dîtin.
Rewşa ewlehiyê guman zêde kirin
Kuştina Samî Şêxmus Heso (Sîpan Hiznî) û bûyera girtîgeha Kobaniyê, pirsa "Gelo dewlet dikare Kurdan biparêze?" anî rojevê.
SAMER diyar dike ku ev angaşt ne rastiyên teqez in lê wekî şîroveyên bikarhênerên li ser tawanbarî û sedeman hatine nirxandin.
Bîra Kobaniyê: Pîvana rewabûna pergala nû
Têkoşîna li dijî DAIŞê û bedêlên ku li Kobaniyê hatine dayîn, bûne pîvana rewabûna pergala nû.
Dema ku encamên siyasî yên îro û bedêlên berê li hev nakin, hestên bêhêvîtî û windakirinê di nav civakê de zêde dibin.
Şam û aktorên Kurd: Nîqaşên li ser birêvebiriyê
Nêzîkatiya li hemberî Şamê du alî ye: Hinek jê wekî aktorekî ku dawî li şer tîne dibînin, hinek din jî wekî gefeke ku saziyên herêmî lawaz dike dihesibînin.
Nirxandinên li ser Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê jî wiha ne, hinek wan wekî mîmarên çareseriya siyasî dibînin, hinek jî bi awayekî tund wan rexne dikin.
Hêvî, fikar û hêrs bi hev re dimeşin
Hêvî û bendewariyên destpêkê, bi fikarên li ser mafan û bûyerên ewlehiyê re cihê xwe dan hêrs û bêbaweriyê.
Li gorî SAMERê ev hêrs ne wekî redkirina entegrasyonê lê wekî daxwaza entegrasyoneke hevseng, ewledartir û li ser bingeha mafan e.
Encam: Entegrasyon ne dawî, destpêkeke nû ye
Li gorî encama giştî ya SAMERê, bidawîbûna pergala leşkerî ya serbixwe ya HSDyê daxwazên Kurdan ji holê ranekiriye, tenê şêwaza nîqaşê guherandiye.
Nîqaşên li ser statûya leşkerî bi dawî bûn û cihê xwe dan statûya destûrê, nûnertiya siyasî û mafên çandî.
.jpg&w=3840&q=75)


.jpg&w=3840&q=75)