Hewlêr (Rûdaw) - 25 ciwanên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwest bi qaçaxî biçin Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin.
Ew ciwan piştî ku çend rojan li ser sînor man, ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve li nêzîkî Hacî Omeranê hatin rizgarkirin.
Yek ji wan ciwanan di vîdeoyekê de dibêje:
"Nêzîkî berî 8 rojan em ji Kobaniyê bi awayekî neyasayî hatin Herêma Kurdistanê.
Em 3 rojan hatin desteserkirin û hatin berdan.
Pişt re em çûn Îranê û li wir jî em hatin desteserkirin.
Wan em şandin nêzîkî Hacî Omeranê ya li navçeya Çomanê."
Li herêmeke mayînkirî asê mabûn
Ew ciwan nêzîkî 3 rojan li bilindahiyeke di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê man.
Wekî ku ew bi xwe behs dikin, ew cihê ku ew lê asê mabûn herêmeke mayînkirî bûye.
Yek ji wan ciwanan dibêje, "Îranê got, eger hûn vegerin em dê we bikujin, Herêma Kurdistanê jî ji me re got, venegerin vê derê."
Çavkaniyeke agahdar ji Asayîşa Îdareya Serbixwe ya Soranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Îro me hêz û tîmên xwe yên taybet şandin û me hemû ciwan rizgar kirin."
Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên ji bo Rûdawê, rewşa tenduristiyê ya ciwanan baş e û ew dê bibin cihekî ewle.


