Amed (Rûdaw) - Derûnnas li Amedê di kongreyeke berfireh a derûnnasiyê de hatin ba hev û li ser mijara “Ziman, Nasname û Derûnî” axivîn.
Ev cara yekem e ku li Bakurê Kurdistanê kongreyeke ev qas berfireh tê lidarxistin ku hem gotarên wê û hem jî zimanê wê bi Kurdî ne.
Kongreya Derûnnasiyê ya Mezopotamyayê ji aliyê Komeleya Derûnnasan (DER-MEZ) ve hat amadekirin.
Cara yekem e ku derûnnasên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên welêt di kongreyekê de dicivin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşa ku bi xwe jî derûnnas e û yek ji damezirînerên vê kongreyê ye li ser girîngiya bernameyê got:
“Ez bawer dikim ev kongre dê bibe wesîle ku derûniya Kurdistanê bêhtir were fêmkirin.
Ji bo aştiyê û ji bo derûniyê çi pêwîst e li Kurdistanê, dê bersiva van pirsan were dayîn.”
“Me cara yekem bi zimanê xwe kongreyek li dar xist”
Hevseroka DER-MEZê Gulistan Barîk Keleşê li ser armanca kongreyê diyar kir:
“Esasê komeleya me li ser zimanê zikmakî ye.
Em ji hemû zimanan re vekirî ne, her ziman xweş e lê em wekî derûnnasên Kurd gelekî girîngiyê didin vê yekê.
Lewma jî me cara yekem bi zimanê xwe kongreyeke wiha li dar xist.”
Mijara kongreyê “Ziman, Nasname û Derûnî” bû û ji sedî 90ê gotarên vê kongreyê bi Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Derûnnasan vê carê bal kişand ser birîna zimanê Kurdî ku ji ber bişaftinê dinale.
“Zarok pêşî bi zimanê dayîka xwe hîn dibin”
Derûnnas Jiyan Ay Subaşiyê anî zimên:
“Bandora zimanê dayîkê li ser kesan zêdetir e.
Li ser civakê ev yek bi her awayî xwe nîşan dide.”
Derûnnas Laleş Ongunê li ser girîngiya ziman got:
“Derûnî an jî tenduristiya derûnî bi anîna zimên a hestên xwe yan jî bi zanîna hestên xwe dikare ava bibe.
Ji ber wê jî em dikarin bibêjin di destpêka derûnî û xwezanînê de ziman û nasname gelekî girîng in.”
Derûnnas Erkan Yildirim jî bal kişand ser rola zimanê dayîkê û da zanîn:
“Zarok pêşî guh didin dayîka xwe. Dayîka wan ji wan re çi dibêje û çi diaxive, her tiştî ji dayîka xwe û bi zimanê wê hîn dibin.
Mirov xwe û derdora xwe bi dayîka xwe nas dike.
Mirovahiyê, qencî û başiyê bi zimanê dayîka xwe hîn dibe.
Ji ber vê yekê ziman gelekî girîng e.”
Kongreya Derûnnasiyê ya Mezopotamyayê dê 3 rojan berdewam bike.
Gotarên ku wekî xebatên akademîk hatine amadekirin dê pişt re wekî pirtûk werin çapkirin.


