Hewlêr (Rûdaw) - Zimanê Kurdî (zaravayê Soranî) di cîhana dîjîtal û teknolojiyê de destkefteke nû tomar kir û di standarda navneteweyî ya Unicodeyê de gihîşt asta bingehîn, vê yekê zimanê Kurdî di rêzbendiya cîhanê de bi ser 15 zimanan xist.
Damezirînerê Komeleya Google Crowdsourceyê ya Îraqê Bokan Caf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Demeke dirêj e em li ser berhevkirin û amadekirina amarên zimanê Kurdî yên di çarçoveya CLDRyê de dixebitin.
Me karî zaravayê Soranî gihand asta bingehîn û pêgeha wê ya di rêzbendiyê de bi ser nêzîkî 15 zimanên din ên cîhanê ket.”
Rêxistina Unicodeyê ku navenda wê ya sereke li Amerîkayê ye, saziyeke neqezencxwaz e û ji bo dîjîtalkirina zimanên cîhanê dixebite.
Sûda vê destkeftê ji bo welatiyan çi ye?
Projeya bingeha amarên zimanî ya Unicodeyê çavkaniya sereke ya hemû şirketên mezin ên teknolojiya cîhanê yên wekî Apple, Google, Microsoft û pergalên Android û iOSê ye.
Bokan Caf li ser girîngiya vê gavê got:
“Piraniya şirketên cîhanê ji bo dabînkirina xizmetguzariyên zimên xwe dispêrin daneyên Unicodeyê.
Gihîştina Kurdiyê ya vê astê tê wê wateyê ku hemû mîhengên bingehîn ên wekî dîrok, salname, demjimêr, hejmar, navên welat û zimanan, motorên lêgerînê û klavye bi awayekî fermî û standard ji aliyê sîstemên cîhanî ve bi Kurdî tên naskirin û piştgiriya wan tê kirin.”
Bokan Caf li ser çawaniya bipêşketina projeyê da zanîn ku piştî qonaxeke xebatê, Rêxistina Unicodeyê xwestiye ku proje tenê di çarçoveya hewldaneke takekesî de nemîne.
Ji bo vê yekê pêdivî bi saziyeke fermî yan jî navendeke akademîk hebû da ku ji aliyê zanistî û zimanzaniyê ve lê binêre û pesend bike da ku baweriya temam bi dest bixe.
Bokan Caf her wiha anî ziman:
“Zanîngeha Cîhanê hat ser xetê û amadehiya xwe ji bo serperiştî û piştgiriya temam a vê projeyê nîşan da.”
Di standarda Unicodeyê de bipêşketina zimanan li gorî çend qonaxan tê pênasekirin.
Xwediyê projeyê û damezirînerê Komeleya Google Crowdsourceyê destnîşan kir ku ew dê xebatên xwe bidomînin da ku piştî vê astê, amarên zimanê Kurdî dewlemendtir bikin û di paşerojeke nêzîk de zimanê Kurdî bigihînin astên jor û lûtkeya rêzbendiya teknolojiya cîhanê.



