Hewlêr (Rûdaw) - Xwîndariya 5 salan a di navbera 2 malbatan de ku bi kuştina kesekî dest pê kiribû, li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê bi aştiyê bi dawî bû.
Malbatên Kertîşçî û Temîzan bi navbeynkariya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Mala Şînê ya gundê Elwendiyê yê navçeya Çinarê ya Amedê ji bo aştiyê li hev civiyan.
Di merasîma lihevhatinê de rûspiyên deverê, nûnerên partiyên siyasî û Dayîkên Aştiyê jî amade bûn.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç di merasîmê de axivî û got:
“Van her du salên dawî gelek pevçûn di navbera miletê me de çêbûn.
Em ji ber van bûyeran gelekî xemgîn û dilgiran dibin.
Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk her tim dibêjin pêwîst e em rê li ber van bûyeran bigirin.
Eger em nikaribin pêşî lê bigirin jî divê em nehêlin pirsgirêk mezintir bibe.
Bila aştî di nav gund û malbatên me de ava bibe.
Ji ber wê jî em ji bo aştiyê hatine vê derê, hûn hemû bi xêr hatin.”
Tekezî li ser hevgirtina navxweyî
Di axaftinan de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriyê û tekezî li ser girîngiya hevgirtina navxweyî ya civakê hat kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku heta aştiya navxweyî di navbera civak, malbat û eşîrên Kurdan de pêk neyê yekîtiyeke neteweyî ava nabe û pêwîst e ji bo rawestandina nakokiyan her kes berpirsyariyê bigire ser milê xwe.
“Dawiya şer nîne”
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê jî li ser girîngiya lihevhatinê wiha axivî:
“Ji bo aştiyeke mayînde û mezin pêvajoyekê dest pê kiriye lê em dizanin heta ku gelê Kurd û malbatên Kurd di navbera xwe de aştiyê ava nekin em nikarin aştiyeke mezin pêk bînin.
Ji ber wê jî bûyerên di nav malbatên me de diqewimin me gelekî diêşînin.
Pêwîst e pirsgirêkên di navbera malbatên me de bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Dawiya şer nîne, hilweşandin hêsan e lê avakirin zehmet e.”
Piştî axaftinan û xwendina duayan, endamên her du malbatan destê hev girt, di bin Quranê re derbas bûn û soza aştiyeke mayînde dan hev.



