Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna sotemeniyê, şofêrên ku ji dûrahiya bi sedan kîlometreyan silkan (pincarê şekir) dibin Kargeha Şekir a Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê xistine nav tengasiyê.
Şofêrên barhilgiran ên ku ji navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê silkan dibin Meletiyê, didin zanîn ku lêçûna rojane ya mazotê ya wesayîtekê gihîştiye 20 heta 25 hezar lîreyên Tirkî.
Şofêr li hemberî vê zêdebûna lêçûnan dixwazin ku heqê veguhastina her tonekê ku niha nêzîkî 950 lîreyî ye, herî kêm bibe hezar û 300 lîre.
Zêdebûna lêçûnên veguhastinê
Bi taybetî di vê mehê de bihabûna mazotê, li Meletiyê hesabê lêçûnên veguhastina silkan a ji cihên dûr guherandiye.
Şofêrên ku ji devera Komirliyê heta Meletiyê nêzîkî 270 kîlometreyan silkan vediguhêzin, dibêjin ku par heqê veguhastina her tonekê di navbera 720 û 750 lîreyî de bû lê îsal ev heq gihîştiye asta 920 heta 950 lîreyî.
Li gorî şofêran, di heman demê de mazot, lastîk, bîme, bac, lêçûnên tamîrê û yên karmendan bi awayekî berbiçav biha bûne.
Ew dixwazin ku heqdest û kirêya didin wan jî li gorî lêçûnên wan were zêdekirin da ku ew jî karibin vî karî bidomînin û debara malbatên xwe bikin.
“Mazotê ji sedî 120 biha bûye”
Şofêrê barhilgirê Taner Çetînkaya li ser rewşa xwe got:
“Ez jî li vir şofêrê barhilgirê me. Ev rewşa ku kargehê em xistine nav, bi rastî jî rewşeke pêkenok e.
Di navbera rêjeya bihayê par û îsal de ferq nîne.
Mazotê ji 100 lîre derbas kiriye ango ji sedî 120 bihatir bûye.
Mazot, lastîk û bîme hemû biha bûne, em nikarin bacê bidin. Em debara malbatan dikin.”
Çetînkaya bal kişand ser zêdebûna lêçûnan û wiha pê de çû:
“Bac û bedelên elektrîk, av û tiştên din hene.
Hinek ji şofêran kirêdar in ango ne tenê lêçûnên wesayîtan in.
Niha em 270 kîlometreyan rê diçin, 25 hezar lîre mazotê dişewitînin, lêçûna me dibe 28 hezar lîre.
2 hezar lîre ji bo simsar û navbeynkaran diçe.
Salane 80-90 hezar lîre ji bo bîmeyê diçe.
Tu bixebitî yan nexebitî, mehê 15 hezar lîre ji bo saziya darayiyê diçe.
Piştî van hemû lêçûnan, ew bihayekî ji bo me diyar dikin û dibêjin 'hûn bixwazin bikin, naxwazin jî nekin'.
Lê niha eger em dest ji kar berdin, zerera vir a rojane 4 milyon lîre ye. Bawer bikin ev rewş baş nabe.”


