Hewlêr (Rûdaw) - Yunus Muratakan û Fatîme Îzol Levent wekî Hevserokên nû yên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin.
Rêxistina Parêzgeha Amedê ya DEM Partî 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.
Kongre li Navenda Kongreyan a ÇandAmedê hat lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.
Li hola ku kongre lê hat lidarxistin posterekî mezin ê Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Di kongreya ku bi lîsteyeke yekane hat lidarxistin de, Yunus Muratakan û Fatime Îzol Levent ji bo Hevserokatiya DEM Partiyê ya Parêzgeha Amedê hatin hilbijartin.
Yunus Muratakan kî ye?
Yunus Muratakan li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye û parêzeriyê dike.
Muratakan sala 1996an dema ku zarok bû di hevpeyvînekê de gotibû:
"Kes naxwaze... Li Licê kes naxwaze bibe cerdevan. Serpel dibêje 'Em pereyan didin.' Bila em pereyan bidin wan û ew herin bibin cerdevan..."
Muratakan bi van gotinên xwe di bîra xelkê de mabû.
Fatime Îzol Levent kî ye?
Fatîme Îzol Levent li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayîk bûye.
Pîşeya Fatîme Îzol Leventê mamostetî ye.


