Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Eşîrên Qedîm li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê komxebatek li dar xist.
Komxebat di bin navê "Biratiya Qedîm, Lihevkirina Tirkiyeya Mezin" de hat lidarxistin.
Di komxebatê de serokên eşîran, nûnerên civaka sivîl û kesayetên siyasî amade bûn.
Beşdaran li ser pêvajoya aştiyê, bidawîbûna tundiyê û mafên bingehîn ên gelê Kurd peyamên girîng dan.
"Bingeha vî welatî eşîr in"
Di axaftina fermî ya vekirina komxebatê de behsa ser rola dîrokî ya eşîran û yekîtî û çarenivîsa hevpar hat kirin.
Hat destnîşankirin ku eşîr bi sedsalan e bingeha vî welatî ne û di dîrokê de her tim mil bi mil bi hev re jiyane.
Zererên şerê 40 salî
Di komxebatê de hat diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnên 40 salî gelek can hatine windakirin.
Her wiha hat gotin ku zererên mezin gihîştine herêmê.
Beşdaran piştgiriya xwe ji bo pêvajoya çareseriyê nîşan da.
Wan xwest ku di warên perwerde, kar û xebatên civakî de lihevkirineke xurt di navbera dewlet û civakê de pêk were.
"Bêdengbûna çekan gaveke jiyanî ye"
Berdevkê Platforma Millî ya Kurd Baha Mutlu jî di komxebatê de axivî.
Mutlu di axaftina xwe de qala mafên rewa yên Kurdan kir.
Wî da zanîn ku bêdengbûna çekan ji bo pêşxistina azadî û demokrasiyê gaveke jiyanî ye.
Baha Mutlu xwest ku êdî dawî li rijandina xwînê ya 50 salan bê.
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî
Berdevkê Platforma Millî ya Kurd diyar kir ku Kurd gelekî qedîm ê vê erdnîgariyê ne.
Mutlu got ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û parastina nasnameyê mafên herî sereke yên mirovî ne.
Wî destnîşan kir ku divê ev maf bi misogeriya destûra bingehîn werin parastin.

