Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ji sedî 90ê derçûyên Zanîngeha Kurdistanê xwedî li saziyan xwedî rol in.”
Li Hewlêrê bi boneya 20 saliya damezirandina Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê merasîmek hat lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmê bû.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya li vê derê de xebatên 20 salan û serkeftinên zanîngehê nirxandin.
"Yek ji zanîngehên herî baş e"
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku Zanîngeha Kurdistanê bibe yek ji zanîngehên Herêma Kurdistanê û Îraqê ya herî baş û got:
"Em armanc dikin ku li zanîngehê perwerdeyeke li gorî pêdiviyên serdemê û li gorî standardên cîhanî û akademîk were dayîn."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew girîngiyê didin wê yekê ku zanîngeh bibe saziyek ku xebatên zanistî yên serbixwe bi rê ve dibe.
Zêdetirî 3 hezar derçû
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Zanîngeha Kurdistanê di 20 salan de serkeftinên girîng bi dest xistine.
Wî anî zimên ku ew ji derçûna zêdetirî 3 hezar ciwanan a ji vê zanîngehê gelekî serbilind e.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ciwanên ji zanîngehê derçûne beşdarî avedankirin û bipêşketina Kurdistanê bûne.
Wî da xuyakirin ku zêdetirî hezar û 200 derçû di sektora taybet de dixebitin.
Amadekirina ji bo paşerojê
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser girîngiya wergirtina perwerdeyeke baştir a ciwanan û pêgihandina wan a li gorî paşerojê û got:
"Ji sedî 90ê derçûyên Zanîngeha Kurdistanê di saziyên Herêma Kurdistanê de xwedî roleke aktîf in."
Tê nûkirin…



