Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê li Hewlêrê li ser sedsaliya tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê semînarek li dar xist.
Semînar bi sernavê “Sedsaliya Tevgera Rêxistina Siyasî li Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin.
Di semînarê de her du lêkolînerên Kurd Dr. Azad Ehmed Elî û Siyamend Haco axivîn.
Wan dîroka damezirandina tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û daxwazên wê yên siyasî ronî kirin.
Koka tevgerê Kurdistanî ye
Di semînarê de Dr. Azad Ehmed Elî tekez kir ku li gorî belgeyan koka tevgera siyasî Kurdistanî ye.
Her du lêkolîneran diyar kir ku Îlona 1926an yekem tevgera rêxistina siyasî li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin û daxwaza avakirina hikûmetekê li Kurdistanê kiriye.
Her wiha wan bal kişand ser daxwazên otonomiyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Hat destnîşankirin ku di kongreya otonomiya Rojavayê Kurdistanê de ji bilî Kurdan, Ereb û Xiristiyan jî beşdar bûne.
Li gundê Digirê hatiye damezirandin
Lêkolîner Siyamend Haco di semînarê de belgeyek nîşan da.
Li gorî wê belgeyê, Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê Îlona 1926an li gundê Digirê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin.
Gelek siyasetmedar, lêkolîner, rojnameger, nivîskar û çalakvanên medyayê beşdarî semînarê bûn.
"Pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye"
Endamê Polîtburoya PDK-Syê Kamîran Haco jî di semînarê de axivî.
Kamîran Haco got, "Pêwîst e li ser Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê lêkolînên zêdetir û berfirehtir bên kirin."
Beşdarên semînarê bi pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe mijar berfirehtir kirin.
Wan aliyên cuda yên dîroka Tevgera Siyasî ya Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê zelal kir.



