Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê nû yê Swîsreyê yê Îraqê Peter Nelson qebûl kir.
Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan ducare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîrina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Swîsreyê yê Îraqê Peter Nelson daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarkirina wî Peter Nelson pîroz kir û jê re serkeftin xwest.
"Hewlêr dixwaze têkiliyên xwe bi pêş bixe"
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê ji ber piştgiriya wê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Swîsreyê kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha xwesteka Hewlêrê ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên bi wî welatî re anî zimên.
Balyozê nû yê Swîsreyê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber destbikarkirina xwe ya li Îraqê nîşan da.
Peter Nelson tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya hevpar kir.
Rewşa herêmê hat nirxandin
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, nirxandina rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê li gel bipêşketinên dawî yên herêmê mijarên din ên hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Peter Nelson bûn.



