Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarkirina wî Balyozê nû yê Awisturyayê Axel Wech pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê îro duşemê Balyozê nû yê Awisturyayê yê li Îraqê qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Awisturyayê Axel Wech daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna wî Axel Wech pîrozbah kir û di erkê wî de jê re serkeftin xwest.
"Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyan bi pêş bixe"
Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de spasiya dîroka pêwendiyên dostane û piştgiriya berdewam a Awisturyayê ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha amadebûna saziyên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina karên balyozê nû û bipêşxistina pêwendiyan anî zimên.
Axel Wech jî kêfxweşiya xwe ya ji ber wergirtina erkê nû nîşan da.
Wech tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya hevpar a di warên cuda de kir.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin
Li gorî daxuyaniyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa giştî ya herêmê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş di civînê de hatine gotûbêjkirin.



