Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, 5 welatiyên Îraqê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê, bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê li dijî DAIŞê operasyonek li dar xist.
Bi ser çend navnîşanan de girtin
Cendirmeyan di çarçoveya lêpirsînê de îro bi ser çend navnîşanên cuda de girt.
Di encama operasyonê de 5 welatiyên Îraqê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Her wiha cendirmeyan di dema lêgerîna li malan de dest danî ser 5 telefon û sîm kartên wan.
Dê derxînin pêşberî dadgehê
Hêzên ewlehiyê ew her 5 kesên desteserkirî ji bo wergirtina îfadeyan birin Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.
Tê payîn ku piştî kar û barên îfadeyê, ew kes an werin berdan an jî ji bo dadgehkirinê sewqî Dadgeha Semsûrê werin kirin.


