Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên kişandina xeta gaza xwezayî hat kirin.
Şaredariya Dihê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, şirketa belavkirina gaza xwezayî li navçeyê dest bi xebatên kişandina xetê kiriye.
Serokê Şaredariya Dihê Cevher Çîftçî jî diyar kir ku ew plan dikin van xebatan heta dawiya salê bi dawî bikin.
"Gaza xwezayî dê gav bi gav were dayîn"
Cevher Çîftçî destnîşan kir ku ew plan dikin di qonaxa yekem de gaza xwezayî bidin ji sedî 20ê navçeyê û got:
"Xebatên me yên ji bo avakirina saziya depokirina gaza xwezayî û kişandina xeta li nav navçeyê didomin.
Em dê bi rêya vê pergalê gaza xwezayî gav bi gav û di demeke nêzîk de ji bo xelkê xwe dabîn bikin.
Xebatên me yên li navçeyê di her warî de didomin."



