Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke li dijî bahîsên qaçax de 46 gumanbar hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, operasyon ji aliyê polîsên Colemêrgê ve hat lidarxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Geverê jî koordînasiyona operasyonê kir.
Hêzên ewlehiyê di operasyonê de ew 46 kes desteser kirin ku bahîsên qaçax ango neyasayî didan lîstin û beşdarî wan karan dibûn.
Di lêkolînan de hat tesbîtkirin ku gumanbaran gelek hesabên bankê ji bo veguhastina pereyên lîstikên şanş û behîsan bi kar anîne.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê dest daniye ser wan hemû hesabên bankê.
Kar û barên 46 gumanbarên desteserkirî yên li navenda polîsan didomin.



