Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê, Artêşa Îraqê bi navê "rakirina zêdegaviyan" dikanek û 10 baxên welatiyên Kurd xera kirin.
Rûxandina dikan û baxan li gundên Hesar û Golderê yên nahiyeya Şiwanê ve pêk hat.
Piştî vê rûxandinê, xwediyê dikanê wekî bertek Alaya Kurdistanê li ser kavilên dikana xwe ya xerakirî bilind kir.
Şêniyên herêmê jî nerazîbûn nîşan da û rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Şiwanê de girt.
“Çima naçin ser taxeke Ereban?”
Rehman Hesarî şêniyê gundê Hesarê ye û dikana wî hatiye hilweşandin.
Rehman Hesarî li ser vê rûdanê got:
"Ev der milkê me ye û ji bav û kalên me ji me re maye. Piştî 20 salan em vegeriyan warê xwe lê dîsa xaniyên me xera dikin.
Ez sala 1954an ji dayîk bûme. Ev gund di salên 60î de hat şewitandin, di salên 70yî de hat xirakirin, sala 1985an bi erdê re hat rastkirin û niha jî dîsa xera dikin. Çima naçin ser taxeke Ereban?"
“Artêşa Îraqê 3 hezar dolaran dixwaze”
Şêniyên gundan didin zanîn ku ew bi berdewamî rûbirûyî fişar û zextan dibin.
Ziryan Refîqê ji gundê Golderê destnîşan kir ku leşker rê li ber berhemên wan digirin û got:
"Zeviyên me hene, em genim diçînin lê nahêlin em bişînin derve. Em dikin garis, li xalên kontrolê rê li me digirin.
Dema em ji bo gund bîreke avê vedidin, Artêşa Îraqê 3 hezar dolarî dixwaze."
Tohmetên bertîl û tundiyê
Hinek welatî Artêşa Îraqê bi bertîlstendinê tohmetbar dikin.
Heval Cebarê ji gundê Hesarê li ser vê mijarê got:
"Min pere neda wan, ji ber vê yekê baxê min xera kirin. Em şaş man ka çawa sê baxan derbas dikin û yekî din xera dikin."
Karzan Ehmed jî diyar kir ku di dema xerakirinê de leşkeran tundî li hemberî wî bi kar aniye û wiha axivî:
"Pênc leşker hatin û xanî xera kirin. Min ji wan re got ev depoya ava malan e lê wan destên min kelemçe kirin, ez avêtim nav otomobîlê û xwestin li min bidin."
Zeviyên wî sînorî milkê gundiyan in û ew wan ji bo çandiniyê bi kar tînin.
Lê ev demek e Artêşa Îraqê astengiyan li pêşiya xebata wan derdixe û bi rêya komîteyekê bax û dikanên wan xera dike.


