Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê nû yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay got, “Ji bo bipêşvebirina ziman xebatên piralî hatin meşandin, bê guman ew xebatên me dê bidomin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li şûna Dogan Hatunê hefteya borî Emîn Ay wekî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê erkdar kir.
Emîn Ayê ku raya giştî meraq dikir ka kî ye, derbarê xwe agahî dan Rûdawê.
Emîn Ay diyar kir ku ew li gundekî navçeya Pasûra Amedê ji dayîk bûye û zêdetirî 10 salan perwerdehiya medreseyê dîtiye.
Emîn Ay da zanîn ku ligel perwerdehiya medreseyê, wî ji derve Fakûlteya Îlahiyatê jî qedandiye û demekê melatî kiriye lê ji ber ku di çarçoveya Kongreya Îslama Demokratîk de wekî aktîvîst xebitiye nêzîkî 8 salan di girtîgehê de maye.
Emîn Ay li ser pirsa "Yekem karê wî di wezifeya nû de dê bibe çi?" anî ziman ku hemû xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girîng in û ew dê di vê mijarê de ti cudahiyê nekin lê xebatên derbarê ziman dê wekî xebatên wan ên bingehîn berdewam bikin.
Emîn Ay bal kişand li ser girîngiya Şaredariya Amedê û got, “Hemû karên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo me girîng in. Divê em binêrin ka di nava 24 saetan de em dikarin çi bikin.
Di qada şaredariyê de 27 sal tecrûbeya me heye lê li gel vê, ji ber qeyûman 8 sal qutbûn jî çêbû.
Pêvajoya qeyûman, pêvajoyeke wisa ye ku tê de zerer û windahiyên mezin çêbûn. Ev zerer tenê di warê madî de nebûn.
Vegerandina zererên madî hêsan e lê wan piranî xwest ku di warê hişmendî de rizandin û helandinê çêbikin û ev yek kirin jî. Em jî berî her tiştî dixwazin vê yekê serast bikin.
Em dixwazin pêşî li vê rizandinê bigirin. Heta niha ji bo zimanê dayikê xebatên me çêbûn.
Ji bo bipêşvebirina ziman, xebatên piralî hatin meşandin. Bê guman ev yek dê di bingeha hemû xebatên me de berdewam bike.
Ez spasiya Rûdaw TVyê dikim ku ev fersend da min.”


