Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îtalyayê ragihand ku wan vekişîna hêz û kel û pelên xwe yên leşkerî ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî aniye.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto sedema biryarê eşkere kir û got, bidawîhatina erkê wan ê leşkerî nîşaneke zelal a qonaxeke nû ye.
Crosetto diyar kir ku saziyên ewlehî û leşkerî yên Îraqê ji bo parastina serwerî û ewlehiya welatê xwe berpirsiyariya temam digirin ser milê xwe.
Hêzên Îtalyayê 2014an di bin banê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ya bi pêşengiya Amerîkayê de hatibûn Îraq û Herêma Kurdistanê.
Vekişîna hêzên Îtalyayê qonax bi qonax hat bicihanîn.
Romayê Adara 2026an beşeke berbiçav a leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişandibû.
Ev gav di demekê de hatibû avêtin ku şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê didomiya.
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îtalyayê
Wezareta Parastinê ya Îtalyayê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Bi vegera dawîn leşkerên ku beşdarî veguhastina pêdiviyên lojîstîkî bûbûn, hebûna hêzên me yên çekdar a li Îraqê bi dawî dibe.
Operasyonên Koalîsyona Navneteweyî û mîsyona NATOyê ya li Îraqê, dê ji welatên din xebatên xwe bidomînin.
Bi taybetî mîsyona NATOyê ya li Îraqê dê li baregeha xwe ya demkî ya li Lago Patriayê ya li parêzgeha Napoliyê û ji Fermandariya Hêza Hevbeş a NATOyê karên xwe bidomîne.
Wekî ku li gel desthilatdarên Bexdayê li ser hatiye lihevkirin, hêzên çekdar ên Îtalyayê tevî hêzên din ên hevpeymanan û welatên NATOyê heta 30yê Îlonê axa Îraqê bi cih hişt."
"Pêbendbûneke 12 salan bi dawî bû"
Wezaretê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew derbasî qonaxeke nû bûne û got:
"Ji ber vê yekê, ji sibe û pê ve hebûna me ya leşkerî ya li Îraqê bi dawî dibe.
Ev ne tenê biryareke Îtalyayê ye, belkî ji ber derbasbûna qonaxeke nû ye ku bi desthilatdarên Îraqê û welatên hevpar re li ser hatiye lihevkirin û tê de hêzên ewlehiyê yên Îraqê berpirsiyariya tam digirin ser xwe.
Ev dawiya pêbendbûneke 12 salan e ku tê de bi hezaran leşkerên me li Îraqê xizmet kir.
Ew beşdarî şerê li dijî DAIŞê, dabînkirina ewlehiya welêt û perwerdekirina hêzên çekdar ên Îraqê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bûn.
Lê vekişîna hêzên me yên çekdar nayê wateya bidawîhatina pêwendiyên me yên bi welatekî girîng û dost re.
Her wiha ev biryar nabe rêgir li ber şêwazên paşerojê yên hevahengî û hevkariyê."
Guherîna pêwendiyan
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê destnîşan kir ku ew dixwazin pêwendiyan xurttir bikin û pê de çû:
"Berevajî vê, em dixwazin vê pêwendiyê bihêztir bikin. Xwezaya pêwendiya me tê guherîn: Hebûneke leşkerî ya kêmtir a li ser erdê û giringîpêdana zêdetir bi hevkarî, perwerde, pevguhertina pisporiyê û bihêzkirina şiyanên hêzên çekdar ên Îraqê.
Ev qonaxeke nû ye ku tê de Îraq rasterast berpirsiyariyeke mezintir a parastina axa xwe digire stûyê xwe û Îtalya jî dixwaze di lîstina rola xwe de bidome.
Ez spasiya hemû mêr û jinên hêzên me yên çekdar dikim ku di maweyê 12 salên borî de li Îraqê xizmet kir.
Wan bi pîşeyîbûn, giyanê qurbanîdanê û hestê berpirsiyariyê erka xwe bi cih anî. Spas û pêzanînên min ji bo wan hemûyan hene."
Pêwendiyên dualî yên Roma û Bexdayê
Vekişîna hêzên Îtalyayê heta meha Adara 2026an bi piranî temam bibû.
Di çend hefteyên borî de tenê ew tîm li Îraqê mabûn ku ji bo berhevkirin û veguhastina kel û pel û pêdiviyan pêwîst bûn.
Wekî ku di hevdîtinên dawî yên di navbera Sererkanê Parastinê yê Îtalyayê General Luciano Portolano û Sererkanê Artêşa Îraqê General Ebdulemîr Yarelah de jî hat teqezkirin, nêta Îtalya û Îraqê heye ku pêwendiyên xwe yên dualî biparêzin û bi pêş bixin.
Her du welat dê pevguhertina pisporî û ezmûnan û her wiha bernameyên perwerde û avakirina şiyanan jî bidomînin.
Ji bilî vê jî dê 2 polîsên leşkerî yên Îtalyayê li wî welatî bimînin ku beşek in ji Mîsyona Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Îraqê (EUAM Iraq) û ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve rêpêdayî ne.



