Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku piştî vekişîna hêzên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, "Hêza Pêşmerge hêzeke xurt e û ji bo rûbirûbûna her cure êriş an metirsiyên li Herêma Kurdistanê amade ye."
Erkê fermî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê îro li Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bû û ew hêz vekişiyan.
“Spas ji bo Amerîka û Koalîsyonê”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê hinek projeyên Kompanyaya Toyotayê li bajarê Hewlêrê danî.
Mesrûr Barzanî li cihê projeyê axivî û li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Amerîka û hemû welatên Koalîsyona Navneteweyî kir ku di rûbirûbûn û têkbirina DAIŞê de hevkar bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya wan kir ku şiyanên Hêzên Pêşmerge zêde kirin û di parastina Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê de cih girtin.
Wî ev erk wekî "erkekî pîroz" bi nav kir û got, "Bê guman em vê hevkarî û piştgiriyê ti carî ji bîr nakin."
"Pêwendî derbasî qonaxeke nû dibin"
Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de destnîşan kir ku bidawîbûna erka Koalîsyonê nayê wateya bidawîbûna pêwendiyan û got:
"Şêwazê pêwendiyên me derbasî qonaxeke nû dibe. Pêwendiyên Îraqê yên bi Amerîka, welatên Ewropayê û hevpeymanan re di warên aborî, çandî, siyasî, ewlehî û leşkerî de bi rengekî din dê bidome."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê wekî beşeke çalak û bibandor di bipêşxistina van pêwendiyan de beşdar be.
"Hêza Pêşmerge ji bo her gefan amade ye"
Mesrûr Barzanî bal kişand ser metirsiyên ewlehiyê jî û got:
"Dibe ku gelek neyar û dijmin wisa bifikirin ku bidawîhatina erkê Koalîsyonê metirsiyeke zêdetir dixe ser Herêma Kurdistanê. Bê guman hîn jî metirsiya terorê heye û nabe em bibêjin ti metirsiyên me yên ewlehiyê nemane."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de xelkê Kurdistanê piştrast kir û got:
"Ez we piştrast dikim ku îro şiyanên hêzên Îraqê ji yên berê çêtir in. Her wiha Hêza Pêşmerge jî hêzeke xurt e û ji bo rûbirûbûna her cure êriş an metirsiyeke li Herêma Kurdistanê amade ye."


