Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê bikevin nav pergala giştî ya perwerdeyê.
Li gorî daxuyaniyê, ev gav di çarçoveya yekkirina saziyên xwendina bilind de di bin banê wezaretê de tê avêtin.
Merwan Helebî da zanîn ku komîteyeke wezaretê dest bi lêkolîna rewşa Zanîngeha Kobaniyê kiriye da ku tevlî Zanîngeha Helebê were kirin, wekî mînaka Zanîngeha Şerqê ku tevlî Zanîngeha Feratê hatibû kirin.
Li gorî daxuyaniya Helebî, komîteya navborî li ser bernameyên xwendinê, pergala perwerdeyê, hejmara xwendekaran, kadro, binesazî û laboratuarên zanîngehê lêkolînan dike.
Bawername dê bêyî merc werin pejirandin
Wezîr Merwan Helebî destnîşan kir ku bawernameyên xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê dê bi awayekî fermî werin nasîn û bêyî hewcedariya ti guhertin an hevrûkirinê werin pejirandin.
Bi vî awayî, derçûyên zanîngehê dê karibin li gorî yasa û rêziknameyên berdest, li hemû deverên Sûriyeyê di warê pisporiya xwe de kar bikin.
Helebî her wiha destnîşan kir ku di pêvajoya yekkirinê de ti bernameya akademîk, mamoste an jî xebatkarên birêvebirî yên ku mercên pêwîst bi cih tînin, nayên dûrxistin.
Bernameyên perwerdeyê dê bên pejirandin û kadro jî li gorî pîvanên fermî bên erkdarkirin.
Wekheviya mafên xwendekaran
Merwan Helebî diyar kir ku dê mafên xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê mîna yên hemû xwendekarên din ên Sûriyeyê bin.
Mafên wan ên akademîk û berdewamiya xwendina wan di bin sîwana yasaya zanîngehan de mîsoger bibe.
Di dawiyê de Wezîrê Xwendina Bilind destnîşan kir ku armanca yekkirina van saziyan ew e ku asteke akademîk a yekgirtî bê avakirin, derfetên wekhev ji bo xwendekaran bên afirandin û mafên kadroyan bên parastin.
.jpg&w=3840&q=75)


