Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Parlamentoya Sûriyeyê Ridwan Sîdo ji Rûdawê re ragihand ku ji bo rêlibergirtina aloziyên di navbera Kurd û Ereban de, divê doza erd û zeviyên çandiniyê yên herêmê bi rêya planeke fermî ya dewletê were çareserkirin û li xwediyên wan bên vegerandin.
Parlamenterê Kurd ê Meclisa Gel a (Parlamento) Sûriyeyê Ridwan Sîdo, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka erdên çandiniyê û doza "Erebên Mexmûrîn (Xemer)", hevdîtinek li gel şandeyeke Serokkomariya Sûriyeyê hatiye kirin.
Erebên Mexmûrîn (Xemer) ew Ereb in ku di 1974an de li Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.
Ridwan Sîdo derbarê hevdîtinê de got:
"Civînek li gel şandeyeke Erebên Xemer bi amadebûna birêz Alîkarê Parêzgar Ehmed Hîlalî û parlamenter Yasir Hîlalî çêbû.
Me guhdariya xelkê kir û em li ser pirsgirêkan axivîn. Me tekez kir ku ev dosye ji hikûmetê re bê hiştin da ku şer û nakokî di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de çênebin."
Du rêyên çareseriyê
Sîdo diyar kir ku tekezî li ser çareseriyeke duastî hatiye kirin ku yek jê demkî û ya din jî stratejîk e û got:
"Serokê şandeyê birêz Ehmed Hîlalî eşkere kir ku du rê li pêşiya me hene.
Yek jê çareseriyeke stratejîk a giştî ye ji bo çareserkirina yekcarî ya vê pirsgirêkê.
Ya din jî çareseriyeke bilez e da ku xelk bikaribe zeviyên xwe biçîne, bi kar bîne û sûdê jê wergire."
Ridwan Sîdo her wiha da zanîn ku şande dê li gel Meclisa Eşîrên Kurd û kesayetên civakî yên herêmê jî bicive da ku guhdariya aliyê Kurdan jî were kirin û rê li ber mezinkirina nakokiyan bê girtin.
"Divê çareserî bi rêya dewletê be"
Ridwan Sîdo tekez kir ku divê ti kes an malbat hewl nedin bi serê xwe û bi awayekî takekesî vê pirsê çareser bikin û wiha pê de çû:
"Her kes dixwaze mafê xwe wergire û maf li xwediyên wan vegere lê ev yek tenê bi rêya dewletê dibe, ne bi rêya kesan û malbatan.
Eger her kes bixwaze heqê xwe bi destê xwe bistîne, dê nakokî û alozî kûrtir bibin.
Çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi plan û bernameyeke dewletê heye ku tê de meclisên eşîran û kesayetên civakî jî piştgir bin."
Ev daxuyanî di demekê de ye ku pirsgirêka zeviyên çandiniyê yên li parêzgeha Hisîçayê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê, yek ji pirsgirêkên herî hestiyar ên herêmê ye.
Ew zevî di serdema rejîma Beasê de bi plana "Kembera Erebî" li ser Erebên Xemer hatibûn dabeşkirin û niha ji bo çareserkirina vê pirsê pêwîstî bi yekalîkirineke qanûnî heye.

.jpg&w=3840&q=75)

