Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo Kurdên Êzidî peyameke taybet şand.
Ocalan di peyama xwe de behsa rewşa Şingalê, rola YBŞyê, hevdîtinên li gel hikûmeta Îraqê û metirsiyên li ser Êzidiyan kir.
Ocalan di heman peyamê de daxuyaniyeke balkêş da û got ku wî biryara fesixkirina PKKyê girtiye.
Peyama Abdullah Ocalan li Şingalê di civînekê de hat xwendin.
"Çanda Êzidiyan bi tena serê xwe têra azadiyê nake"
Ocalan di destpêka peyama xwe de bal kişand ser sekna jinên Êzidî ya li hemberî DAIŞê û got:
"Divê hûn vê zanibin; çanda Êzidiyan jî bi tena serê xwe têra azadiyê nake. Ez vê dibêjim, her wiha min ev ji dewletê re jî got û ez ducare dikim.
Li hemberî îhtimala êrişeke li ser Êzidiyan, em dê wan bi awayekî çekdarî biparêzin.
Ango li vir her tişt di rêya xwe de be jî em dê zêdetir giranahiya xwe bidin wir û em dê wan biparêzin. Divê dewlet jî vê fêhm bike."
Ocalan ji bo jinên Êzidî jî peyamek da û xwest ku ew kesayetiya xwe mezin bikin, zimanê Kurdî bi awayekî nivîskî fêr bibin, berfireh bi kar bînin û dîroka xwe binivîsin.
"Divê YBŞ li Şingalê bimîne"
Di beşeke din a peyamê de mijara Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hat nirxandin.
Ocalan tekez kir ku divê YBŞ li Şingalê bimîne û wiha pê de çû:
"Eger ev nebe, ne Barzanî, ne jî Ereb mafê jiyanê nadin wan. Eger YBŞ di nava artêşa Îraqê de cihê xwe bigire, divê li cihê xwe bisekine.
Biryara îmhaya wan hatiye dayîn. Divê teqez Êzidî bibin xwediyê hêza parastina cewherî.
Gelê Êzidî niha di pêvajoya qirkirinê re derbas dibe û ev gel, ji aliyê qanûnî ve nayê parastin."
"Tirkiye astengiyan derdixe"
Ocalan anî zimên ku têkildarî statuya YBŞyê di navbera wan û hikûmeta Îraqê de hevdîtin hene lê lihevkirin pêk nehatiye. Ocalan li ser vê mijarê got:
"Heta ji bo lihevkirinê belgeyek jî hatiye amadekirin lê ev ji aliyê serokwezîr ve nehatiye îmzekirin.
Tê gotin ku Tirk astengiyan çêdikin. Divê Tirkiyeyê vê astengiyê neke. Ji ber ku Êzidî qala herêmeke xweser nakin.
Ew demokrasiya xwecihî dixwazin. Em dê van hemûyan bi komîteya jor re biaxivin. Ez texmîn dikim ku dê daxwazên me bi rehetî bên qebûlkirin.
Yê ku cudakarî û parçebûnê dixwaze PDK ye. Em dê di civîna komîteyê de li ser van biaxivin."
"Min biryara fesixkirina PKKyê girt"
Yek ji xalên balkêş ên peyama Abdullah Ocalan jî li ser PKKyê bû.
Ocalan diyar kir ku PKKyê temenê xwe temam kiriye û ragihand ku wî astengiya PKKyê ji holê rakiriye û wiha pê de çû:
"Divê wekî modela Tirkiyeyê ji bo Şingalê jî modelek bê bipêşxistin. Min ji ber vê yekê, astengiya PKKyê ji holê rakir.
PKK êdî li pêşiya çareseriya pirsgirêkan bibû asteng. Yanî PKKyê temenê xwe temam kiribû û rola xwe lîstibû.
Li gel vê jî eger mirov li gorî vê rastiyê tevnegere dê pêvajo felc bibe.
Di encamê de min biryara fesixkirina PKKyê girt û berpirsê vî karî ez im. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev nêzîkatî rast e."
"Neteweperestiya Ereban bihêz e"
Ocalan destnîşan kir ku li Şingalê xweparastin pêwîst e û girîng e ku YBŞ di nava artêşa Îraqê de cihê xwe bigire. Ocalan daxuyand ku hêj nediyar e kî li pişt DAIŞê ye û hişyarî da:
"Neteweperestiya Ereban bihêz e. Kêm jî be eger fersendê bibînin dê gelê Êzidî ji holê rakin.
Neteweperestiya Ereban li Kerkûkê jî Tirkmen di qetlîamê re derbas kirin. Ji bo ku ev nebin divê asayîşa xwecihî hebe.
Li Îraqê ev tişt hema bêje ji bo her eşîrekê derbasdar e. Sazîbûna li Tirkiyeyê li Îraqê nîne.
Parastineke wiha ji bo Tirkmen û Êzidiyan lazim e. Divê pirsgirêkên Êzidiyan bên çareserkirin û pêwîst e mirov ji nêz ve bi Şingalê re eleqedar bibe."



