Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jineke ku şaneşîna xaniyê xwe dişûşt bi karebayê ve ma û mir.
Bûyer li gundê Kanîberê ya navçeya Hezoyê qewimî.
Li gorî agahiyan, Nezahat Yavuza 53 salî şaneşîna xaniyê xwe dişûşt.
Lê di wê demê de bi karebayê ve ma.
Li ser agahdarkirina malbat û cîranan, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman ew rakir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê lê belê nehat rizgarkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

