Hewlêr (Rûdaw) - Li Zozanên Andokê yên parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, 17 malbatên ji parêzgeha Mêrdînê komirê çêdikin.
Pêvajoya çêkirina komirê bi birîna darên berûyê û komkirina wan dest pê dike.
Pişt re dar bi axê tên nixumandin û agir bi wan tê xistin ku ev pêvajo çend rojan didome.
Di dema şewitandina daran de malbat 24 demjimêran bi dorê nobedariyê dikin da ku dar bi temamî neşewitin û nebin xwelî.
Hilberînerê komirê Mehmet Sazan li ser zehmetiyên vî karî got:
"Ev çend meh in em li vir in û bi zehmetiyeke zêde vî karî dikin.
Em tona komirê bi 32 hezar lîreyî difiroşin lê bazirgan dibin û bi 2 qatî difiroşin.
Em dixwazin ku dewlet çareseriyekê ji me re bibîne da ku bihayekî sabît hebe û keda me vala neçe."
Demsala çêkirina komirê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera mehên Gulan û Çiriya Paşîn de ye.
Di vê pêvajoya dijwar de jin û zarok jî rûbirûyî rewşeke giran dibin û alîkariya malbatên xwe dikin.
"Karekî gelekî zehmet e"
Hilberînera komirê Zeyneb Sazanê jî diyar kir:
"Em ji bo 6 mehan ji Mêrdînê tên vir û dixebitin.
Li gel karê malê û xwedîkirina 3 zarokên xwe, ez di çêkirina komirê de jî alîkariya hevjînê xwe dikim.
Gelek caran em bêxew dimînin. Karekî gelekî zehmet e lê em ji bo debara xwe neçar in ku bikin."
Wan 17 malbatan îsal nêzîkî hezar ton komir çêkirin û ji bo firotinê şandin bajarên mezin ên wekî Enqere, Erzirom, Antalya û Dîlokê.
Rêjeya hilberînê jî li gorî cureyên darên ku tên bikaranîn diguhere.



