Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 75 karkerên ku di înşaeta avahiya Nexweşxaneya Bajêr de dixebitin dest bi grevê kir.
Karkeran bi hinceta ku meaşên xwe di dema xwe de nastînin, şirket heqdestê wan ê mesaiyê nade wan û di cejnên fermî de jî dixebitin kar rawestand.
Ev 4 roj in 75 karkerên ku di înşaeta Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin di grevê de ne.
Li gorî karkeran meaşên wan di dema xwe de nayên dayîn, ew demjimêrên zêde dixebitin lê heqdestê xwe nastînin û di cejnên fermî de jî neçar dimînin ku bixebitin.
Karkerê bi navê Eşref Ensarîoglu li ser pirsgirêkên xwe got:
“Şirketê ti pere nedane me. Heqên me yê cejnên fermî û neteweyî nedane.
Em rojên yekşemê xebitîn lê heqê me nedan. Em hefteyê 45 demjimêran xebitîn lê mesaiyên me nedan.
Dibe ku Gurbaxê ev heqê me dabe HERMETê, dibe ku HERMETê jî ev heqê me dabe taşeronê xwe lê ev pere negihîştiye destê karkeran.”
Karkerê bi navê Muhammed Yarîç jî wisa axivî:
“Wan meaşê me ewilî 7-8ê mehê da. Me dît paşê meaşê herî kêm xistin 15ê mehê.
Paşê ew pereyên ku bi destan didin 25ê mehê dan, paşê 28, 29 û 30ê mehê dan.”
Şirket îdiayan red dike
Xwediyê şirketa berpirsyar jî van hemû îdiayên karkeran red dike.
Ew dibêje wan qirûşekî karkeran jî nexwariye û kîjan karker dibêje heqê wî hatiye xwarin bila kerem bike bi belgeyan îsbat bike.
Xwediyê Şirketa Berpirsyar a Nexweşxaneyê Eren Tîmurhan got:
“Ti heqên karkeran, pereyên wan li ba me nemane.
Heta niha çi heq kiribin, me heqê wan daye wan.
Qirûşekî wan li ba me tune. Kîjan hevalê me yê karker çi qas xebitîbe bi qasî xebata xwe pere ji me standiye.
Wan mesaiyên xwe jî hemû standine. Ti pere û heqên ti karkeran li ser me nemane.”
Sendîkaya Yapi Yol Îşê niha pêşengiya vê grevê dike.
Li gorî rayedarên sendîkayê rêya diyalogê hîn jî vekirî ye û ew hêvî dikin ku her du alî di berjewendiyên karkeran de li hev bikin.



