Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Bahremkê ya navçeya Bismilê ya Amedê piştî barana gur û bahoza bihêz zererên mezin ên madî çêbûn.
Bahozeke bihêz ku serê sibehê dest pê kir, ziyaneke mezin da taxê, hêza bahozê ew qasî zêde bû ku minareya Mizgefta Îhlasê xwe li ber bahozê negirt û hilweşiya.
Minare bi ser xaniyê du qatî yê li kêleka mizgeftê de hat xwarê û zerer gihand malê.
Yek ji şêniyên taxê Mehmet Înanç derbarê bûyerê wiha axivî:
“Nêzîkî 06:00ê sibehê em bi dengekî pir bilind ji xewê şiyar bûn. Me dît ku minareya mizgeftê hatiye xwarê û rasterast bi ser banê xaniyê me de hilweşiyaye.
Xaniyê me zerer dît û zarokên me gelekî tirsiyan. Di mala me de zerereke mezin çêbûye. Tîm hatin, rapor amade kirin û zererên me tomar kirin.”
Bahozê banê gelek xaniyan firandin
Bahozê banê gelek xaniyan li heman taxê firandin, dar ji kokê hilkirin, têlên elektrîkê qut kirin û beşeke dîwarê kargehekê jî hilweşand.
Her wiha zerer gihîşt zeviyên çandiniyê û li hinek erdên çandiniyê jî ziyan çêbûn.
Piştî bûyerê, tîmên şaredariyê û saziyên pêwendîdar li navçeyê dest bi xebatên destnîşankirina zerer û ziyanan kirin.
“Şikir ji Xwedê re ti zererên jiyanî nînin”
Muxtarê taxê Huseyîn Şîmşek diyar kir ku bahozê zererên mezin daye taxê lê di bûyerê de kes nemiriye û wiha got:
“Li taxa me karesatek çêbû lê şikir ji Xwedê re ti zererên jiyanî nînin.
Em dua dikin ku ev karesat careke din çênebe. Ez li gel Birêvebiriya Çandiniyê ya Bismilê jî axivîm.
Ew jî dê tîman bişînin û zererên li ser zeviyên garis û pembû destnîşan bikin.”
Hişyariya barana gur ji bo Şemî û Yekşemê
Saziya Avhewayê ji bo rojên Şemî û Yekşemê li piraniya Bakurê Kurdistanê hişyariya derbarê barana gur û bûyerên neyînî yên hewayê da.
Saziyê ji welatiyan xwest ku li hemberî şert û mercên nebaş ên hewayê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.


