Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji ber lêdana birûskê 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê ji ber ketina birûskê 2 kes mirin .
Birêvebirê Nexweşxaneya Xurmatûyê Dr. Harûn Reşîd ji Rûdawê re ragihand ku li navçeyê di encama 2 bûyerên cuda de ji ber lêdana birûskê 2 kes mirin.
Reşîd da zanîn ku bûyera yekem li gundê Ahçemeşetê yê herêma Dawidê qewimiye, birûskê li şivanekî Ereb daye û ew di cih de miriye.
Birêvebirê nexweşxaneyê eşkere kir ku di bûyereke din de jî li gundê Ebû Sebahê welatiyekî din ê Ereb ji ber lêdana birûskê miriye.
Şivanê Sûriyeyî yê 24 salî mir
Îro piştî nîvro li devera Zirayan a navçeya Şarezûrê ya Silêmaniyê jî kesek ji ber lêdaan birûskê mir.
Berpirsê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Reşîd Begê ya Şarezûrê Saman Sabir ji Rûdawê re got ku li devera Zirayanê birûskê li şivanekî daye û berî ku bigihîje nexweşxaneyê miriye.
Sabir da zanîn ku ew şivanê 24 salî xelkê Sûriyeyê ye û ji bo xebatê çûbûye Zirayanê wiha pê de çû:
"Ji ber ku birîn û şewatên li ser laşê wî pir giran bûn ew di cih de miribû."
Li Çomanê jinek birîndar bû
Li navçeya Çomanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê jî ji ber lêdana birûskê jinek birîndar bû.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd diyar kir ku bûyer berî nîvro li maleke gundê Dêlziyê yê navçeya Çomanê qewimiye.
Rewend Mexdîd da zanîn ku ji ber dengê bilind ê birûskê, jineke 50 salî ji bo demekê ji ser hişê xwe çûye û pişt re tîmên tenduristiyê ew biriye Nexweşxaneya Çomanê.
Mexdîd diyar kir ku piştî kontrolên bijîşkî derket holê ku rewşa wê ya tendurustiyê baş e û tê payîn ku di nav çend demjimêran de ji nexweşxaneyê were derxistin.

.webp&w=3840&q=75)
_8_11zon_8_11zon.webp&w=3840&q=75)
