Hewlêr (Rûdaw) - Li ber avahiya Dozgeriya Giştî ya Mehabadê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di êrişeke bi çekê de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Birêvebirê Polîsê Mehabadê Emîrreza Resûliyan ragihand ku di êrişa li ber deriyê Dozgeriya Giştî de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên destpêkê, bûyer ji ber xwîndariyekê û pirsgirêkeke civakî qewimiye.
Birêvebirê Polîsê Mehabadê da zanîn ku çend sal berê kurê kesê êrişkar hatiye kuştin.
Bavê wî îro bi çekê çûye ber deriyê Dozgeriya Giştî û gule li endamên wê malbatê reşandine ku bi kuştina kurê wî tên tohmetbarkirin.
Hat ragihandin ku kesê êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Polîs li ser bûyerê lêpirsîna xwe didomîne.

.webp&w=3840&q=75)
_8_11zon_8_11zon.webp&w=3840&q=75)