Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ket nav qada xebatê ya tîmên şaredariyê.
Di qezayê de karmendê şaredariyê Zana Çelîkê 37 salî mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza li taxa Dîcleyê ya Nisêbînê çêbû.
Li gorî agahiyan, şofêr kontrola otomobîlê ji dest daye û ketiye qada xebatê ya tîmên şaredariyê yên ku rê çêdikirin.
Otomobîl li karmendên şaredariyê, makîneya kar û wesayîta şaredariyê qelibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tespît kir ku karmendê şaredariyê Zana Çelîk di cih de miriye.
Di qezayê de Zarav A.yê 15 salî û Mustafa S.yê 21 salî birîndar bûn.
Piştî midaxeleya destpêkê ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Polîsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê standin û li ser qezayê lêpirsîn da destpêkirin.


.webp&w=3840&q=75)
_8_11zon_8_11zon.webp&w=3840&q=75)