Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera koça dawî ya Mam Celal peyamek belav kir û got, "Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal ew e ku em diyalog, hevgirtin û yekîtiyê bikin rêya çareserkirina nakokiyan."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera koça dawî ya Celal Talebanî (Mam Celal) peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Em bi rêz û pêzanîneke kûr ve serkirdeyê mezin ê niştimanî bi bîr tînin ku temenê xwe ji bo têkoşîna li ser mafên gelê Kurdistanê û xizmeta Îraqê terxan kir."
"Di qonaxên herî dijwar de dengê diyalogê bû"
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Mam Celal di qonaxên herî dijwar de "dengê diyalog, lihevtêgihiştin û karkirina bihevrebûnê bû."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
"Wefadariya herî baş ji bo bîranîn û mîrata Mam Celal ew e ku em diyalog, hevgirtin û yekîtiyê bikin rêya çareserkirina nakokiyan û em hemû bi hev re ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û çespandina hevkariyê û aramiya li Îraqê bixebitin."



