Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çendîn salên xwendina bi zimanê Erebî, hejmareke berbiçav a xwendekarên Kurd ên li Kerkûk û derdora wê biryar da ku vegerin dibistanên Kurdî.
Vê pêngavê daxwaza li ser perwerdeya Kurdî ya li herêmê bi awayekî berbiçav zêde kiriye.
Mihemed yek ji wan xwendekaran e ku piştî pênc salên perwerdeya bi Erebî, li ser daxwaza xwe û bi biryara malbata xwe vegeriyaye ser perwerdeya Kurdî.
Xwişka Mihemed, Şinyar Fûadê li ser biryara wan got:
"Ji destpêkê ve pirsgirêka wî ya fêmkirinê hebû. Me timî mamosteyê taybet ji bo wî digirt.
Niha me biryar da ku em wî derbasî perwerdeya Kurdî bikin û ew dê ji pola şeşan a seretayî dest pê bike."
"Barekî giran ji ser milê wan rabû"
Tenê malbata Mihemed nîne ku zarokê xwe vedigerîne ser perwerdeya bi Kurdî.
Rêbwar Nasîh bavê du zarokan e û dibêje:
"Zarokên min di pola sêyem û pêncem a seretayî de ne. Dema min ji wan re got ez dê we vegerînim ser perwerdeya Kurdî gelekî kêfxweş bûn.
Ji ber ku di xwendina Erebî de pirsgirêka wan a mezin a fêmkirinê hebû. Wan hest kir ku barekî giran ji ser milê wan rabûye."
Zêdetirî hezar xwendekaran vegeriyan dibistanên Kurdî
Li gorî amaran, tenê îsal li Kerkûkê zêdetirî hezar û 100 xwendekaran û li Xurmatûyê jî nêzîkî 50 xwendekaran biryar daye ku vegerin dibistanên Kurdî.
Birêvebirê Dibistana Seretayî ya Sonegoliya Hêmin Selah amaje pê kir ku par 24 xwendekar vegeriyabûn dibistana wan û got:
"Îsal jî ku hîn dewamê dest pê nekiriye, zêdetirî 20 xwendekarên nû hatine cem me."
"Derfetên perwerdeya Kurdî zêdetir in"
Birêvebirê Yekeya Çavdêriya Perwerdeya Kurdî Reûf Sedula sedema vê vegerê bi wan derfetên çêtir ve girê dide ku perwerdeya Kurdî pêşkêşî derçûyan dike.
Reûf Sedula li ser mijarê got, "Li pêşiya derçûyên pola 12an ên perwerdeya Kurdî du derfet hene.
Wergirtina li zanîngehên Îraq û Kerkûkê, her wiha wergirtina li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê.
Vê yekê hiştiye ku malbat biryar bidin ku perwerdeya Kurdî ji bo zarokên wan baştir e."
Ji bilî vegera xwendekaran, îsal di qonaxa seretayî de li dibistanên Kurdî yên Kerkûkê zêdetirî 8 hezar û 500 xwendekarên nû hatine tomarkirin.
Ev hejmar jî nîşaneya bipêşketina perwerdeya bi zimanê dayîkê ye li herêmê ku her ku diçe zêdetir dibe.


