Hewlêr (Rûdaw) - Di hemû 16 komîteyên pîşeyî yên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) de Lîsteya Şîn bi ser ket.
Mehmet Kaya wekî yekane namzed beşdarî hilbijartinê bû û careke din wekî Serokê Desteya Birêvebiriyê ya DTSOyê hat hilbijartin.
Di vê hilbijartinê de nêzîkî 4 hezar endam çûn ser sindoqan.
Kaya da zanîn ku tevî hilbijartina bi yek namzedî jî li gorî hilbijartina berê di dengdanê de nêzîkî ji sedî 50 zêdebûn çêbûye û got, "Em bi peyamê dihesin. Em berpirsyariya xwe dizanin."
Hilbijartinên li 16 komîteyên pîşeyî yên DTSOyê bi dawî bûn.
Bi serkeftina Lîsteya Şîn a di hemû komîteyan de proseya hilbijartinê qediya û Mehmet Kaya ku ji bo serokatiyê yekane namzed bû, careke din bû serok.
Yek ji xalên herî balkêş ên hilbijartinê tevlîbûna zêde bû.
Nêzîkî 4 hezar endaman deng da û Kaya diyar kir ku ev hejmar li gorî hilbijartina borî nêzîkî ji sedî 50 zêde bûye.
“Ji sedî 50 zêdetir dengdêr çûn ser sindoqan”
Kaya piştî hilbijartinê li ber Avahiya Xizmetê ya DTSOyê daxuyanî da.
Wî diyar kir ku wan di hilbijartina bi yek namzedî de li benda tevlîbûneke kêm bûn lê berevajî vê yekê tevlîbûneke gelekî mezin çêbûye.
Kaya destnîşan kir ku endamên DTSOyê tevî karê xwe yê zêde jî çûne ser sindoqan û giringî daye hilbijartinê û wiha pê de çû:
"Di hilbijartinên bi yek namzedî de arîşeya herî mezin rêjeya çûna ser sindoqan e. Çimkî bingeha me civaka kar e, karsaz in.
Xwedî bingehekê ne ku tim hewl dide li ser pêyan bimîne, kar biafirîne, welêt mezin bike û bêyî bêhnvedana dawiya hefteyê dixebite."
Kaya bi bîr xist ku di hilbijartina borî de li Amedê sê lîste ketibûn pêşbirkê û got:
"Li gorî hilbijartinên borî hema bêje ji sedî 50 zêdetir çûn ser sindoqan.
Di hilbijartina borî de li Amedê sê lîste hebûn lê vê carê ji sedî 50 zêdetir beşdarî çêbû."
Kaya destnîşan kir ku ev tevlîbûna zêde nîşan dide ku endaman peyameke girîng daye.
“Hilbijartineke ku li Amedê dihat çêbû”
Kaya diyar kir ku hilbijartin di keşûhewayeke demokratîk de bi rê ve çûye û anî zimên:
"Bi rastî hilbijartineke Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya ku li gora Amedê û li gorî ruhê pêvajoyê bû pêk hat."
Kaya bi bîr xist ku di dîroka nêzîk a Amedê de hilbijartineke jûrê ya bi yek namzedî çênebûye.
Wî da zanîn ku hilbijartinên bi gelek namzedan tê wateya pêşbaziya demokratîk lê ev rewşa ku derketiye holê jî li Amedê tê.
Kaya her wiha bal kişand ser hevdîtinên xwe yên beriya hilbijartinê yên bi saziyên civaka sivîl ên cîhana kar re.
Kaya diyar kir banga wan a ji bo avakirina yekîtiyeke bihêz a cîhana kar a ji bo aboriya Amed û herêmê bersiv dîtiye û got:
"Me got werin em li Amedê yekîtiyeke xurt a karsazan ava bikin ku herêmê jî li xwe bigire û em vê yekê di hilbijartinên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de nîşan bidin."
Kaya anî zimên ku nûnerên karsazan gotiye ew dê piştgiriyê bidin û got, "Amedê ev yek bi ser xist."
“Şerê 40 salî zerereke mezin da aboriyê”
Kaya qala pirsgirêkên aborî yên Amed û herêmê jî kir û got ku Pirsgirêka Kurdan û pêvajoya pevçûnan a nêzîkî 40 salan zerereke gelekî mezin a aborî daye herêmê.
Kaya bi bîr anî ku di vê pêvajoyê de koça mêjî û sermayeyê rû daye û pê de çû:
"Me timî digot aboriya herêmê ji ber van şer û pevçûnan ketiye vî halî û em her tim rûbirûyî koça mêjî û sermayeyê bûne."
Kaya destnîşan kir ku qanûnên teşwîqê û rêziknameyên cuda têrê nakin ku ferqa bipêşketinê ya herêmî bê girtin.
Wî got ku di serdema nû de ew dê di warê geşepêdana aborî de dengekî hevbeş û bihêztir derxînin holê.
“Ji bo nehiştina hejariyê em dê bibin dengekî bihêztir”
Kaya diyar kir ku encama hilbijartinê berpirsyariyeke giran daye ser milê wan û got ku DTSO di dema nû de li gel Amedê dê zêdetir giringiyê bide pirsgirêkên aborî yên herêmê jî wiha anî zimên:
"Em dê bi vê piştgiriya ku me wergirtiye, ligel saziyên civaka sivîl ên cîhana kar û pîşesazên xwe bibin dengekî bihêztir ji bo nehêştina hejariya li herêmê."
Kaya destnîşan kir ku ew dixwazin cîhana kar ne tenê daxwazan bîne zimên, di heman demê de projeyan amade bike û nexşerêyan ji polîtîkayên giştî re deyne ber çavan:
"Ji bilî ku em bibin dengekî bihêztir, em dê bibin dengekî tenê ku projeyan hildiberîne û ji hikûmetê re nexşerêyan çêdike.
Ev yek ne tenê ji bo Amedê, ji bo tevahiya herêmê jî gelekî girîng e."
“DTSOyeke ku li ser bipêşketina herêmî dixebite”
Kaya ragihand ku wan di serdema nû de bipêşketina herêmî wekî yek ji qadên sereke yên kar diyar kiriye û got ku tenê têgihîştina pêşketina li ser asta bajêr têrê nake û got:
"Di heyama pêşiya me de hûn dê bi taybetî Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û cîhaneke kar bibînin ku li ser bipêşketina herêmî dixebite.
Heya hûn bipêşketina herêmî pêk neynin, tenê bipêşxistina bajêr êdî li cîhanê nayê qebûlkirin."
Kaya piştî hilbijartinê spasiya Herêmên Pîşesaziyê yên Organîze, nûnerên karsazan, saziyên civaka sivîl û endamên ku çûn ser sindoqan kir.
Kaya tekezî li ser berpirsyariya encamên hilbijartinê kir û got:
"Em bi peyamê dihesin. Em berpirsyariya xwe dizanin. Bila ev encam li Amedê pîroz be.
Amedê hilbijartineke ku li wê dihat kir. Em jî dê erkên xwe yên li hemberî Amedê bi cih bînin."



