Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş got, "Çima ev dosye 2 sal in di tariyê de maye? Kujer kî bin bila werin eşkerekirin."
Xwendekara Zanîngeh Wanê Rojîn Kabaîşa 21 salî 27ê Îlona 2024an li Wanê winda bûbû û piştî 18 rojan termê wê li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Lêpirsîna derbarê mirina Rojîn Kabaîşê de didome. Malbat û parêzerê wê li ser bipêşketinên dawî yên dosyeyê daxuyanî da.
"Çima ev dosye di tariyê de maye?"
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş bertek nîşanî wê yekê da ku ev 2 sal in lêpirsîn bi encam nebûye û wiha axivî:
"Çima ev dosye 2 sal in di tariyê de maye? Em ji dewletê dixwazin ku kujer kî bin wan eşkere bike.
Çimkî 2 DNA hatine tesbîtkirin. Delîl û îspat li holê ne. Herikîna berevajî ya avê parêzerê me baştir dizane.
Yanî çima ev dosye hat vî halî? Çima testa diyatomê nehatiye kirin? Eger testa diyatomê bihata kirin... Bi qestî nekirine.
Yanî xwestine bûyerê veşêrin. Hinek kes û saziyên rayedar hîn jî midaxeleyê dikin lê ti kes nehatiye desteserkirin. Em êşê dikişînin."
“Em dê kujeran bibînin”
Parêzerê malbata Kabaîşan Şahîn Canguleç jî li ser xebatên di çarçoveya lêpirsînê de agahî dan û got:
"Bipêşketina nû li ser stasyona bazê ya tengkirî ye. Dê di demeke kurt de yanî di vê hefteyê de yan jî hefteya bê de bi encam bibe.
Li ser DNAyan daxwazên me yên nû çêbûn. Li gorî rapora pisporan em dê van encaman jî bistînin.
Li ser vekolîna telefonê em bi çend pisporan re axivîn. Di vê derbarê de xebateke me heye Di demeke kurt de em dê vê vekolîna telefonê jî bidin kirin.
Her wiha xebatek li ser testa diyatomê jî heye. Em dê piştî belgeyên dawî li ser vê mijarê jî nirxandinekê bikin.
Li ser wê otomobîl û xwediyê malê lêgerîn hat kirin. Nimûneyên DNAyê yên wan kesan hatin wergirtin.
Em li benda encama wan jî ne. Îro salvegera 2yemîn a mirina Rojîn Kabaîşê ye. Lêpirsîn didome.
Ji bo tesbîtkirin û desteserkirina kujer an kujeran daxwazên me yên cidî çêbûn.
Em dê di demeke kurt de bersiva van daxwazan bistînin.
Em dê kujer bibînin, em dê kujeran bibînin. Ji bo vê yekê çi hewce bike em dikin."



