Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, mamosteyê felsefeyê Hesen Keleş ji nav bazarê ji aliyê çend kesên nenas ve hat revandin.
Kesên ku mamoste revandine ji bo berdana wî 300 hezar dolarên Amerîkî fîdyeyê dixwazin.
Hesen Keleş ji gundê Sêgirkê yê Girkê Legê ye û 20 sal in li Dibistana Celayê ya li bajarokê Rimêlanê mamosteyê felsefeyê ye.
Keleş li herêmê wekî yek ji perwerdekarên navdar tê naskirin ku bi salan di vî warî de xizmet kiriye û di perwerdekirina gelek nifşên xwendekaran de xwedî roleke berbiçav bûye.
Bûyera revandina wî mamosteyî di nav malbat, xwendekar û hemû şêniyên herêmê de bûye sedema dilgiranî û tirseke mezin.
Heta niha kesên li pişt vê revandinê, sedem û armanca wê bi awayekî nehatine eşkerekirin.
.webp&w=3840&q=75)

