Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê sêyem ê koçberan sibe ji bajarê Hisîçayê diçe Serê Kaniyê ku piraniya wan ji malbatên Ereb pêk tên.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ragihand ku hemû amadehiyên pêwîst ji bo birêketina wan bi dawî bûne.
Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re diyar kir ku ev karwan ji 516 malbatan pêk tê û dê sibe di navbera demjimêr 08:00 û 09:00an de bikeve ser rê.
Berdevkê komîteyê eşkere kir ku ev koçber ji gundên navçeya Zirganê û çoltera Serê Kaniyê ne û piraniya wan jî Ereb in.
Mehmûd Cemîl da zanîn ku beşek ji wan malbatan li kampan bûn lê beşa herî zêde li 37 dibistanên parêzgeha Hisîçayê bi cih bûbûn.
Li gorî gotina Mehmûd Cemîl, hemû amadehî ji bo vî karwanî temam bûne û pêvajoya veguhestina wan bi hevahengiya Rêveberiya Xweser, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, hêzên ewlehiyê û Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bi rê ve diçe.
Karwanên berê
Karwanê duyem ê koçberên Serê Kaniyê yên ku li Kampa Serê Kaniyê ya bajarê Hisîçayê diman 8ê Îlona borî vegeriyabû.
Di wî karwanî de nêzîkî 700 malbat (dora 7 hezar kesan) vegeriyan nêzîkî 55 gundên li çoltera bajêr, Zirgan û Til Temirê.
Karwanê yekem jî 10ê Tebaxa borî vegeriyabû ku nêzîkî 410 malbat li xwe digirtin û ew vegeriyan çoltera başûrê bajarê Serê Kaniyê.
Ev yek jî di çarçoveya hewlên vegerandina koçberan a herêm û gundên wan de pêk hatibû.


.webp&w=3840&q=75)
