Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji kontrola ajokarê xwe derket û li bufeyeke li kêleka rê xist. Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.
Bûyer şevê din li ser Kolana Ovacikê ya Taxa Moxultayê qewimî.
Otomobîla ku ji kontrolê derketibû bi lez li bufeyeke li kêleka rê xist.
Ji ber hêza lêdanê dolab û dezgehên bufeyê ketin xwarê.
Di bûyerê de hem kesên di nav otomobîlê de û hem jî yên ku li ber bufeyê rawestiyabûn, bi giştî 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendirustiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînê hatiye kirin.


