Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo dîtina şûna Keştiya Pêxember Nûh xebateke dîrokî didome.
Ji 5 welatên cuda zêdetirî 20 lêkolîner û pispor hatin Agiriyê û bi alîkariya teknolojiyeke bipêşketî û radarên binê erdê dest bi lêgerînê kir.
Tîma navneteweyî ya ku li nêzikî gundê Meşarê lêkolînan dike, nimûneyên yekem ji bo laboratuwaran şandin.
Ji 5 welatan pisporên erdnasî û şûnwarnasiyê li Agiriyê ne
Serokê Projeya Lêgerîna Keştiya Pêxember Nûh, Andrew Jones derbarê tîma xwe û pêvajoya xebatê agahiyên girîng dan û wiha got:
"Di vê projeyê de 5 şûnwarnasên ji Tirkiyeyê û 10 pisporên biyanî bi me re ne. Di nav tîma me de pisporên erdnasî, şûnwarnasî û pisporên axê hene.
Her wiha tîmeke me ya radarê heye ku ji Amerîkayê hatiye û binê erdê dipîve. Me ji destpêka tîrmehê heta dawiya îlonê kar kir, ango xebata me 3 mehan ajot."
Cihê ku lêkolîn lê tê kirin nêzîkî 160 metreyan e. Xebat bi rêya sondajê û sîstemên robotîk tên kirin.
Zanyaran bi alîkariya GPS û radarên binê erdê (GPR) çend nimûne girtin û ew ji bo laboratuwaran şandin.
Radara nû 'Bektar' dikare 95 metre kûrahiya binê erdê nîşan bide
Andrew Jones da zanîn ku wan amûrên herî nûjen bi kar anîne û wiha berdewam kir:
"Me rêbazên nû yên pîvandina binê erdê bi kar anîn. Yek ji wan radareke nû ye ku navê wê 'Bektar' e.
Ev radar wêneyên pir zelal dikişîne û dikare heta 95 metre kûrahiya binê erdê nîşan bide.
Her wiha me nexşeyeke sê-alî (3D) ya pir hûrgulî amade kir. Bi alîkariya vê nexşeyê, em dizanin ka me kû der kolaye û bi vî awayî me encamên pir cuda bi dest xistin.
Tiştê dawî ku me sepand, sondajkirina erdê bû. Me li hinek cihan heta 20 metreyî erdê kola."
Ev lêkolînerên ku ji Tirkiye, Amerîka, Slovakya, Awistralya û Brazîlyayê hatine 28ê Hezîranê dest bi kar kir û 30ê Îlonê komkirina nimûneyan bi dawî kir.
"Cihên wekî jûran hatine dîtin"
Welatiyê navçeyê Nurî Sarihan ku bi xwe jî beşdarî xebatan bûye, agahiyên balkêş dan û got:
"Ev tîm beriya sê mehan hat vir û sê meh in dixebite. Tîmê bi radarên taybet lêkolîn kir û hinek cihên wekî jûran dîtin.
Paşê bi sondajê erd kolan û nimûneyên axê şandin Enqereyê. Dibêjin ku dê encam di nav sê mehan de eşkere bibin."
Bala cîhanê li ser Agiriyê ye
Nûçeyên li ser keştiya Pêxember Nûh di medyaya cîhanê de deng veda û ev yek bû sedem ku geştiyar berê xwe bidin Agiriyê.
Geştiyarê ji Almanyayê Îsmaîl Konur kelecana xwe wiha anî ziman:
"Li gorî wan zanyariyên nû yên di destê me de, keştî li vê derê bûye."
Piştî ku lêkolînên li laboratuwaran bi dawî bibin, hemû encamên li ser Keştiya Pêxember Nûh dê di pirtûkekê de werin weşandin.


