Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo rêlibergirtina metirsiyên lehiyê û nirxandina amadehiyên pêşwext, li Hewlêrê civîneke taybet hat lidarxistin.
Civîn îro li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê bi serpereştiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û bi beşdariya birêvebir û nûnerên daîreyên xizmetguzariyê û aliyên pêwendîdar bi rê ve çû.
Di destpêka civînê de tîmeke endezyar û pisporên wî warî prezentasyoneke zanistî û hûr pêşkêş kir.
Di prezentasyonê de li ser bingeha data û nexşeyên topografî, bal hat kişandin ser hemû wan herêm û taxên ku îhtimala rabûna lehiyê û kombûna avê li wan heye hat sekinîn.
Her wiha berî hatina pêlên baranê, mekanîzma û çareseriyên zanistî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û paqijkirina rêyên avê hatin raxistin.
Parastina can û malê welatiyan karê pêşîn e
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo lêkolînên wan ên zanistî û amadehiyên hûr destxweşî li endezyar, pispor û hemû tîmên xizmetguzariyê kir.
Umêd Xoşnaw tekez kir ku parastina can û malê welatiyan di rêza pêşîn a karên wan de ye.
Wî her wiha diyar kir ku divê hemû daîre bi hevahengiyeke tam hemû rêkarên pêwîst wergirin da ku rê li ber her îhtimaleke nexwestî were girtin.



