Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê dibêjin ku di çarçoveya pêvajoya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” de, PKKyê heta 18ê Çiriya Paşîna 2026an 14 penageh û cihên manê yên din ên li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê vala kirine.
Her wiha şikeft û sitargeh ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve ji kar hatine xistin.
Li gorî wan zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve ji medyaya fermî ya wî welatî re hatine dayîn, berê 8ê Çiriya Pêşîna 2026an PKK/KCKyê 4 cihên manê yên li herêma Bazê ya devera Metînayê vala kiribûn ku ew jî Xebat, YAJK, Sebrî û Sason bûn.
Navên 14 cihên ku hatine valakirin
Çavkaniyên Tirkiyeyê amaje pê kiriye ku di berdewamiya hewlên ji bo valakirina wan cihên ku metirsiya pevçûnê li wan heye de, vê carê heta roja 18ê Çiriya Paşîna 2026an 14 cihên manê li herêma Xakurkê hatine valakirin.
Li gorî çavkaniyan, ew cihên ku hatine valakirin ev in: Girê Cîger, Şerîf, Elîşêr, Kendekola, PAJK, Depoya Çekan a Baran, Xinêre (Nexweşxane), Terzîxane, Mezlûm Dogan, Birêvebirina Pratîk, Cebilxane, Yûsif-Asayîş, Hêmin û Cesûr.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di heman demê de, ew şikeft û penageh ji bikaranînê derxistine.
Çavkaniyên ewlehiyê li ser girîngiya vê gavê axivîne û dibêjin:
“Pêşhatên erênî yên li qadê, di heman demê de bipêşketinên di temamkirina qonaxa çekdanînê de wekî yek ji qonaxên yekem û herî girîng ên pêvajoyê nîşanî raya giştî ya welêt didin.”
Hat diyarkirin ku serkeftina pêvajoyê xwe dispêre van gavên berbiçav û piştrastkirî yên li ser erdê.
Her wiha hat gotin ku her bipêşketineke erênî ya ku ji aliyê Desteya Hevahengiyê ya Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî û jêrkomîteyên wê ve tê şopandin, pêvajoyê nêzîkî armanca tevlîkirina wan kesan a li nav civakê dike ku li gorî mercên yasayê vedigerin welêt.



