Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Sazmana Xebata Kurdistanê ya Îranê yê Hewlêrê Şoreş Hacî ragihand ku bi du dronan êrişî baregeheke wan a li nahiyeya Rizgariyê ya Hewlêrê hatiye kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Sazmana Xebatê yê li Hewlêrê Şoreş Hacî li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.
Şoreş Hacî got, "Êriş bi du dronan hatiye kirin. Ti zerareke canî nîne lê zerereke madî gihandiye baregehê û derdora wê."
"Me berê baregeh vala kiribû"
Şoreş Hacî da zanîn ku êriş îşev saet 22:10an pêk hatiye û anî zimên:
"Me berê baregeha xwe vala kiribû, ji ber wê jî ti zerereke canî çênebû."
Nahiyeya Rizgariyê (Topzawa) girêdayî navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ye.


