Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina tirî ye.
Tiriyê Erdîşê bi rengê xwe yê reş, qalikê xwe yê zirav û tehma xwe ya xweş balê dikişîne.
Li gundê Axsirafê yê Erdîşê cotkaran dest bi berhevkirina tiriyê navdar kir.
Cotkar Îlhami Demîr bi vî rengî qala tiriyê Erdîşê kir:
“Ez baxçevaniyê dikim, tiriyê me tiriyekî endemîk e û aromaya wî zêde ye.
Divê em xwedî li vî tiriyî derkevin. Îsal bi saya barana zêde tirî zêde ye. Firotin jî baş e, berhem baş bû.”
Çandiniya rezan bi rêbazên kevneşopî tê kirin û di salên dawî de ji bo zêdekirinê xebat tên kirin.
Cotkar Mehmet Demîr bal kişand ser daxwaza xwe ya ji bo hilberîna tirî û got:
“Ez weke cotkarekî ciwan û nifşê sêyem tirî hildiberînim. Ev tirî ji bav û kalan maye û em jî dixwazin hilberînê bidomînin. Em bi saya firotina tirî debara malbata xwe jî dikin.”
Li gorî amarên fermî, li Erdîşê li ser hezar û 500 donim rez salane 3 hezar ton tirî tê hilberîn û nêzîkî 2 hezar malbat debara xwe pê dikin.
Tiriyê Erdîşê îsal ji bilî bazara navxwe dişînin Herêma Kurdistanê û Îranê jî.



